Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî ya ku ji welatên Îzlanda, Brîtanya û Arjantînê ji kesayetên sendîkager, siyasetvan, parastvanên mafên mirovan û hunermendan, Wezirê Dadê yê berê yê İzlandayê Ogmundur Jónasson û hejmarek Endamê Konseya Ewropa û gelek nûnerên welatên rojava pêk hatî, hatin Tirkiyê û serdana HDPê kir.
Jonnasonî nîgeraniya xwe di derbarê gireva birçîbûnê de anî ziman û got ew dixwazin digel Ocalanî hevdîtinê bikin.
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Veguhêzkariyê yê Brîtanyayê Manuel Cortes jî got divê Tirkiyê pabendî yasayên xwe û peymannameyên navneteweyî be û rêzê li mafên mirovan bigire.
Li ser daxwaza hevdîtina ku ji aliyê Wezareta Dadê ya Tirkiyê ve nehate bersivandin jî Cortesî got hêviya min ev e Wezîrê Dadê yê Tirk, daxwaza hevdîtina me qebûl bike û rave bike ku vê bêhiqûqiyê çima sepandiye.