Şanda bilind a herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê

Şanda pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi seroaktiya Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê îro serdana Bexdayê kir, lê Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab, ji ber ku bi Coronayê ketiye, bi şandê re nîne.

Biryare şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi rayedarên hikûmeta Iraqê re zêdetir gotûbêjan li ser bûdceyê û dahata deriyên sînorî bike.

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku îro wezîrê darayî li gel şanda danûstandinan a Hewlêrê serdana Bexdayê nake.

Awat Şêx Cenab, Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê duh bi vîrusa Coronayê ketibû.

Çavkaniyekê ji bi Rûdawê re ragihand, ku Bexda dixwaze Herêma Kurdistanê rojane 250,000 bermîl petrol li gel nîvê dahatên deriyên sînorî radest bike, li beramber jî ew dê %12.67 ji bûdceya giştî ya welat wek pişka bûdceya Herêma Kurdistanê bişîne.

Wezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Bexdayê, Xalid Şiwanî jî ragihand, ku Bexdayê bi hûrî daxwazên xwe eşkere ne kirine, lê yek ji wan pêşniyaran ew e ku Herêma Kurdistanê 250,000 bermîlên petrolê bide Bexdayê, li gel nîvê dahta deriyên sînorî, lê Hewlêr li hember wê yekê daxwaza maf û heqên xwe yên darayî dike.

Xalid Şiwanî diyar kir, dê gotûbêjên navbera herdu aliyan jî di vî warî de bin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne