Îro şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê bi serokatiya nûnerê taybet ê wezîrê derve yê Amerîka James Jeffrey, bo karûbarên Sûriyê serdana Tirkiyê kir û bi rayedarên wî welatî re derbarê rewşa Sûriyê û Idlibê re gotûbêjan kir.
Di yekemîn gera danûstandinên xwe yên li gel rayedarên Tirkiyê de, James Jeffrey îro bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar re hevdîtin pêk anî.
Şanda Wezareta Derve ya Amerîkayê pêştir serdana her yek ji Îsraîl û Urdinê kiriye.