Şanda ENKSê îro serdana Moskowê dike

Biryar e îro duşemê şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) serdana Rûsyayê bike û ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov bicive û mijarên girêdayî rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bike.

Navenda Nûçeyan- Endamê Desteya Serokatîya ENKSê, Mihemed Ismaîl derbarê vê serdanê de ji Rûdawê re ragihand, hewlên wan berdewam in da ku di warê dîplomasîyê de destkevtên baş bêne bidestxistin.

Mihemed Ismaîl got, şanda ENKSê dê li Moskowê ligel berpirsên Rûsyayê derbarê rewş û pêşhatên nû yên Rojavayê Kurdistanê û bicihkirina mafên Kurd di destûra nû ya Sûrîyê de gotûbêjan bikin.

Wî rayedarên Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê di derbarê danûstandin û hevahengîya wan li gel Rêveberîya Xweser û Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) de jî ragihand, ti hevahengî di navbera wan de nebûye û nîne û tekez kir: Mijara yekdengîyê, tenê di ragihandinan de tê mezinkirin û li ser erdê tiştekî wisa tine ye.

Biryar bû roja Înê ya bihorî 6ê Kanûnê şanda ENKSê serdana Rûsyayê bikira, lê belê ew serdan hatibû paşxistin.

Wê demê Endamê Şanda Pêwendîyên Derve ya ENKSê, Dr. Ismaîl Hesaf ji Rûdawê re ragihandibû, ji ber hinek sedemên teknîkî, ku wî amaje bi wan sedeman nekir, hevdîtina wan li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov hate paşgxistin.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e