Şanda Herêma Kurdistanê wê serdana Bexdayê bike

Bi armanca kombûna ligel fraksîyonên Kurdistanî yên Parlemantoya Iraq û guftugo ligel berpirsên hikûmeta Iraqê careka din şandeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê serdana Bexdayê bike.

Navenda Nûçeyan- Nûnerê Herêma Kurdistanê li Iraqê Faris Îsa, ji BasNewsê ra aşkere kir ku biryar wiha ye şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û ligel şanda Hikûmeta Federal a Iraqê bicive û pirsa bûdçeya yasaya 2020an gotûbêj bike.

Herwiha Faris Îsa da zanîn ku heta niha dema serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê nehatîye dîyarkirin û wê şanda Herêma Kurdistanê bi armanca parastina mafên Herêma Kurdistanê di yasaya budçeya sala 2020an a Iraqê da ligel fraksîyonên Kurdistanî yên Iraqê û şanda Iraqê bicive.

 

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e