Şanda Rûsyayê ji ber radestkirina zarokan spasiya Rêveberiya Xweser kir

.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, duh di merasimeke fermî de li bajarê Qamişlo, 30 zarokên Rûsî yên çekdarên DAIŞê radestî şandeke hikûmeta Rûsyayê kir. Şanda Rûsyayê jî ji ber radestkirina wan zarokan, spasiya Rêveberiya Xweser kir

Ew zarokên ku hatin radestkirin, temenê wan di navbera 2 heta 14 salan de ye û ji aliyê Ofîsa Mafê Zarokan a Girêdayî Serokatiya Rûsyayê ve hatin wergirtin.

Şanda Rûsî ji du kesan pêk dihat, ew 30 zarokên çekdarên DAIŞê ku ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hatibûn derxistin, ji rayedarên Rêveberiya Xweser wergirtin û dê wan vegerînin Rûsyayê.

Larîsa Nîkolaevna û Yelena Alexandrova , du xatûnên alîkarên ofîsa mafê zarokan a Rûsyayê ne ku ji Moskowê bi balafireke taybet û di riya Şamê re berê xwe dane bajarê Qamişloyê.

Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Ebdulkerîm Omer di konfranseke rojnamevanî de ragihand, “em dê 30 zarokên sêwî yên malbatên rêxistina terorîstî ya DAIŞê radestî Rûsyayê bikin.”

Ebdulkerîm Omer got: “Em wek Rêveberiya Xweser li Bakur Rojhilatê Sûriyê, her tim em bi erênî li van karên mirovî dinêrin, ji ber ku zarok, qurbaniyên bê sûcin û cihê wan ne li kampane, di baweriya me de divê di keşûhewayeke aram de bijên, dûr ji radîkalbûnê û eger ew li cihê xwe bimînin ji  DAIŞiyên ku niha hene dê metirsîdartir bin, ji ber ku zihniyeta tîrorîstan birine û ruhê tolstandinê li cem wan heye.”

Ji bo radestkirina wan zarokan, hemahengî di navbera şanda Rûsî û Desteya Karûbarê Derve ya Rêveberiya Xweser de hebûye û herdu aliyan li ser belgeya radestkirina wan zarokan îmze kirine.

Larîsa Nîkolaevna di konferansa rojnamevanî de li Qamişloyê ragihand: “Em spasiya xwe pêşkêşî Dr. ebdulkerîm omer û Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê dikin, ji bo alîkariya wan ev salek e alîkariya me dikin, zarokên sêwî dişînin welatên wan.”

Di sala 2019 de jî 8 zarokên rûsî bi heman awayî hatin radestkirin, di sala 2020 de 50 zarok û îro jî 30 zarok hatine radestkirin. Tê texmînkirin hejmara zarokên Rûsî yên di kampê de mane 200 kes bin, proseya veguhestina wan jî bi dawî nehatiye.

Vîviyan Fetah- Qamişlo (Rûdaw)

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn