Şandeka serbazî ya Amerîka li Tirkiyê ye

Şandeka serbazî ya Amerîka li Enqerê bi berpirsên Tirkiyê re li ser “herêma aram” hevdîtin kir.

Şandeka serbazî ya Amerîka li Enqerê bi berpirsên Tirkiyê re li ser “herêma aram” hevdîtin kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, îro danê sibê şandeka serbazî ya Amerîka gihîşt Enqerê. Hevdîtin bi wê şandê re li ser “herêma aram” dest pê kirin.

Li gorî agahiyên wê wezaretê, hevdîtinê saet 10:00 dest pê kiriye û heta niha jî didome.

Ew şanda Amerîkî di demekî de diçe Tirkiyê ku duhî serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tehdîd kiribû ku dê êrişî Rojavayê Kurdistanê bikin.

Tirkiye dibêje, lazim e herêma aram bi dilê me be eger na emê êrişî Rojavayê Kurdistanê bikin. Amerîka jî vê yekê qebûl nake.

Siyaset Haberleri

NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e
Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt