Şandeke Amerîkayî bi awayekî nihênî serdana Bexdayê dike û peyameke tund dide hikûmeta wê

Şanda Amerîkayî: Eger êrîşên komên çekdar ranewestin, Israîl êrîşê dike ser Îraqê

Çavkaniyeke nêzî Serokwezîrê Îraqê îro (Yekşem, 17.11.2024) eşkere kir ku, şandeke Amerîkayî li roja Çarşema borî serdana Bexdayê kiriye û duhî bi şev ji Îraqê derkeftiye.

Wê çavkaniyê ku nexwast navê xwe eşkere bike ji Eyn News a Îmaratê re ragehand, “Şandeke Amerîkayê peyameke haydariyê ya dijwar wekî derfet daye Hikûmeta Îraqê ji bo serederîkirina bi çekdaran re, ku berdewam bidronan bi heceta piştevanîkirina Xezze û Libnanê êrîşê dikin ser Israîlê.”

Wê çavkaniyê amaje jî da, “Şanda Amerêkayî bi hevaltiya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hejmareke berpirsên Îraqî re civiya û şeva borî jî ji Bexdayê derkeft û berê xwe da Waşintonê.”

Peyama haydarkirinê

Wê çavkaniyê herwesa got, “Şanda Amerîkayî peyameke nû ya haydariyê daye hikûmetê ku di peyama wê de hatiye, eger êrîşên komên çekdar ên Îraqî ranewestin, Îraq tûşî êrîşa rasterast a Israîlê dibe.”

Çavkaniya navbirî ron jî kir, “Wê şanda Amwerîkayî xgotiye ew dawî derfet e ku Israîlê ji bo serederîkirina bi komên çekdar ên Şîeyan ên nêzî Îranê da Hikûmeta Îraqê.”

Çavkaniya Îraqê eşkere jî kir, “Şanda Amerîkayî bi wê peyama ku Qasim Arecî ji Tehranê aniye razî bû, lê gelek rexne li ser Hikûmeta Îraqê hebûn ku nikare givaştinê bixe ser komên çekdar da ku êrîşên xwe yên li dijî Israîlê rawestîne.”

Cihên armanckirî

Çavkaniya nêzî Serokwezîr Sûdanî amaje jî da, “Şanda Amerîkayî Sûdanî haydar kiriye ku Israîlê lîst û armancên xwe diyar kirine ku êrîşê bike ser wan komên çekdar ên Şîeyan, herwesa ev peyam dê ji bo rawestandina wan êrîşan dawî peyam be.”

Wê şandê tekez jî kir, “Me wekî îdareya Joe Biden di vê dema dawiyê de bizav kiriye rêyê li Televîvê bigirin ku êrîşê neke ser Îraqê, lê mimkin e li qonaxa bê rewş bê guhertin û em nikarin çi rolekî bibînin ku rêyê li êrîşkirina li ser komên Şîeyan bigirin.”

Daxwazkirina destûriyê

Wê çavkaniyê tekez kir ku, “Sûdanî daxwaz ji wê şanda Amerîkayî kiriye ku demê bidin wî, ji bo ku vê peyamê bigehîne Çarçoveya Hevaheniyê, ku biryar e civînekê bi tevlîbûna serkirdeyên van komên çekdar bike û peyama Wemarîkayê bigehîne wan ku ji Israîlê aniye.”

K24

Kurdistan Haberleri

SERJIMÊRÎ - Îro çi tê kirin?
9 sal cezayê girtîgehê li hevşaredarê Colemêrgê hat birîn
Ednan Mecîd: Serjimêrî li herêmên nakok: Bombeya vedayî
Dr. Şêrko Kirmanc: Piştî 16ê cotmehê heta naha 600 hezar ereb li navçeyên sînorê madeya 140 hatine bicîhkirin
ÎRAN - Xwendekara ku xwe tazî kiribû li kû ye?