Şandeke bilind a Amerîka û NY serdana Rojavayê Kurdistanê kirin

.

Şandeke bilind a Amerîka û Netewên Yekbûyî serdana Rojavayê Kurdistanê Kirin û di serdanê den li gel Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî kirin û Hevseroka MSD Îlham Ehmed hevdîtinan pêk anîn.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî li Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve Eithan Goldrich, Cîgira Berpirsê Karûbarên Iraqê ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jennifer Gavito, Rêvebera Dosyaya Iraq û Sûriyê ya Neteweyên Yekbûyî Zehra Bell  û Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîka li Bakurê Rojhilatê Sûriyê Matthew Perle civiya.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya HSDê di hevdîtina navbera Fermandarê HSD û rayedarên Amerîka û Neteweyên Yekbûyî de tekezî liser wê yekê hate kirin ku hevkariya di navbera Rojava û Koalîsyona Navneteweyî de wê dewam bike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî êrîşa DAIŞê ya li ser Girtîgeha Sînaayê, li ser têkoşîna li dijî DAIŞê û geşedanên dawîn hatin gotûbêjkirin. Hate ragihandin ku pesnê HSDê hatiye dayîn ku careke din zindanê xist bin kontrola xwe û planên DAIŞ'ê pûç kiriye.

Li gorî nûçeya malpera HSDê, her du aliyan nêrîneke hevpar anîne ziman ku hîn jî DAIŞ ji bo tevahiya herêmê metirsî ye û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bo parastina ewlehiya herêmê divê hevkariyên di warên cuda de bên xurtkirin.

Wêne: Navenda Çapemeniya MSD

Li aliyê heman şanda Amerîka û NY li gel Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî hevdîtinek pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya malpera MSD her dû aliyan di hevdîtinê de rewşa siyasî ya niha li ser asta xwecihî, herêmî û navnetewî gotûbêj kirine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her du aliyan bi taybetî bandora şerê li Ukraynayê li ser rewşa niha ya Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirin û wiha berdewam dike ku di civînê de “Tekezî li ser destpêkirina çareseriyeke siyasî li Sûriyê li ser bingeha referansên Netewên Yekgirtî kir, ku di serî de biryara 2254 e, û çareseriya siyasî ew garantiya veguheztina demokratîk û nûneratiya dadmend ji hemû Sûriyê re dike, û bidestanîna ewlehî û aramiyê, ku rê li ber rêxistina terorîst ya DAIŞ digire ku ji nû ve hewl dide xwe vejîne, nemaze piştî kuştina rêverberê wê.”

Di heman daxuyaniya MSDê de hate ragihand ku her du alî tekezî li ser giringiya rola hemû aliyên Sûriyê û pêwîstiya beşdarbûna nûnerên hemû aliyên Sûriyê di rêyên navdewletî yên çareseriyê de kirin.

MSDê di daxuyaniya xwe de dide zanîn ku şandeyê hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk di diyaloga Sûrî-Sûrî de û diyaloga di navbera aliyên herêmî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bilind nirxîne.

Kurdistan Haberleri

Peymana agirbestê ya Îsraîl û Libnanê dest pê kir
Serok Barzanî: Yek hikûmet, yek parleman û yek hêza pêşmerge
YEWKURD: Divê rojnameger û nivîskar bilez bên berdan
Îlhan Samî Çomak hat berdan
Mesrûr Barzanî: Rûbirûbûna madeyên hişbir erkekî netewî û exlaqî yê me hemûyan e