Omer li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û tê wiha got:
"Şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê di dema serdana xwe ya ji bo Meclisa Sivîl a li Minbicê ya îro de piştrast kiriye ku hevpeymaniya navdewletî û Amerîka pabendî parastina Minbicê ne û dê li ser piştgirtina ewlehî û aştiyê li tevahiya Sûriyeyê berdewam bin."
Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş li ser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ku wan û Amerîkayê li ser Minbicê li hev kiriye axivîbû û gotibû ku "ew gotinên tirkan in û derew in. Karê me li gel Hevpeymaniya Navdewletî wek berê dewam dike".