Şandeke fermî ya parlamentoya Yekîtiya Ewropayê serdana Hewlêrê dike

.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî diyar kir, di meha Îlonê de şandeke fermî ya parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ku kar li ser dosyeya Kurdistan û Iraqê dike, wê serdana Hewlêrê bike û li gel rayedarên Kurdistanê bicive.

Li gor Dilawer Xalid Ajgeyî da zanîn, di meha Îlonê de dawî li betlana Parlamentoya Ewropayê tê û civîn û hevdîtinên nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê yên li gel Parlamentoya Ewropayê jî dîsa destpê dikin.

Herwiha Dilawer Ajgeyî eşkere kir, Yekîtiya Ewropayê dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike û yek ji armancên Hikûmeta Kurdistanê jî heman tişt e, lewre wê di meha Îlonê de şandeke fermî ya parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ku kar li ser dosyeya Kurdistan û Iraqê dike, wê serdana Hewlêrê bike û li gel rayedarên Kurdistanê bicive.

Kurdistan Haberleri

Li Zanîngeha Kurdistanê xwendekarên Kurd û biyanî bi hev re fêrî zanist û jiyanê dibin
Pakêta nû ya guhertina cezayan: 19 hezar û 800 girtî dê sûdê wergirin
BEXDA - Heyeteke Kampa Mexmûrê 15 roj in desteserkirî ye
Li Balafirgeha Amedê firîn hat rawestandin
Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê: Biryara Îraqê li dijî destûrê ye