Şandeke Rêveberiya Xweser serdana Denmarkê kir

.

Şandeke Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê li Denmarkê bi çend aliyên pêwendîdar re civiya.

Şandeke Rêveberiya Xweser bi serokatiya Ebdulkerîm Omer, bi nûnerê serokê Parlamentoya Denmarkê û endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Denmarkê Karstên Honge û serokê Komîteya Peywendiyên Derve yê Partiya Sosyal a Denmarkê Serdal Benli re civiya.

Her du aliyan li ser rewşa giştî ya Sûriyê û pêşhatên dawiyê yên nêzîkbûna Hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê û hewlên vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî gotûbêj kirin.

Hat diyarkirin ku Şanda Rêveberiya Xweser behsa destpêşxeriya Rêveberiya Xweser, gefên Tirkiyê, dosya malbat û girtiyên DAIŞê kiriye.

Her wiha hat destnîşankirin ku şandê daxwaz kiriye ku civaka navdewletî ji aliyên siyasî, aborî, ewlehî û leşkerî alîkariya Rêveberiya Xweser bike.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn