Şandên Îtalya û Fransayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

.

Hate ragihandin ku du şandên ji parlamenteran û nûnerên siyasî yên  Fransa û Îtalyayê pêk dihat, serdana Rojavayê Kurdistanê kirin û bi Fermandarên YPG û YPJê yên girêdayî HSDê re hevdîtin kirin.

Şanda Fransî ji parlamenter, serokê Koma Lêkolînên Kurdî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Sosyalîst, rojnamevanekî Kurd-Fransî, berpirsa Pêwendiyên Nadewletî ya Şaredariya Parîsê, Berpirsa Partiya Sosyalîst a Fransayê û Endamên Konseya Parîsê pêk dihat.

Şanda îtalî jî ji parlamenter, şaredarên du bajaran, Hevserokên Rêxistina UPPê û hejmarek  rojnamevan pêk hat.  

Hate zanîn ku şandên herdu welatên Fransa û Îtaliyayê di hevdîtinên xwe yên bi Fermandarên YPG û YPJê de geşedanên li herêmê û bandora êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayên wê li ser herêmê nîqaş kirin.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'