Bavê Serokê PAKa Hezoyê Abdulmecîd Hezerî, Hecî Evdirehman Hezer, roja înê 1ê Sibatê, koça dawî kir.
Hecî Evdirehman Hezer, li Hezoya navçeya Batmanê, kesekî navdar bû û di nav xelkê de hezkiriyên wî zêde bûn.
Şandeke ji herdu Cîgirên Serokê PAKê Sait Aydogmuş û Feyyaz Ekmen, Endamê KBNya PAKê Vahit Aba, Serokê PAKa Batmanê Azîz Ozdemir û endam û rêvebirên PAKê pêkhatî, roja şemiyê, çûn taziya rehmetî û sersaxî ji malbat û nas û dostên wî re xwestin.