Doh bi şev çapemeniya Tirk bi nûçeya lezgîn belav kir ku çavkaniyên dîplomatîk ragihandine, piştî biryara danekirinê ya ku ji aliyê Wezareta Gencîneyê ya Emerîkayê ve hatibû eşkerekirin, hevdîtinên dîplomatîk berdewam dibû û di vê navberê de li ser hin mijaran pêşlihevkirinek pêk hatiye.
Hate ragihandin biryar hatiye girtin ku hevdîtinen bi rûbirû wê berdewam bibe û bi armanca pêşxistina pêvajoyê û guftûgokirina li ser mijarên ku li hev kirine, van rojên pêşiya me şandeyek ji Tirkiyeyê wê biçe Waşîngtonê.
Hate ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê PSedat Önal wê serektiya vê şandeyê bike. Herwiha hat gotin ku 9 kesên ji Wezareta Derve, Wezareta Dadê û Wezareta Enerjiyê di şandeyê de wê cih bigirin.