Şandeyeka ENKS dê serdana Moskovayê bike

Şandeyeka ENKS dê serdana Moskovayê bike

 

Li ser vexwendina Mîxayîl Bogdanov cîgirê wezîrê derve yê Rûsiyayê, şandeyeka Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), dê di demeka nêzîk de, serdana Moskoyê bike.

Îbrahîm Biro, serokê ENKS ji Rûdawê re got ku ew di vê serdanê de, dê bi berpirsên payebilind ên rûsî re, li ser rewşa giştî ya Sûriyê û pêşveçûnên ku li Kurdistan Rojava rû didin, rawestin.

Rûsiya hevpeymaneka bihêz a rejîma Beşar Esed e, û ji Êlûna sala bûrî ve, hêzên wê yên hewayî, bi aweyekî kare, piştevaniya Esed û hevpeymanên wî yên herêmî dikin.

Herçende peywêndiyên Moskoyê bi rêveberiya PYD re baş in, lê wê heta niha, bi şêweyekî fermî, danepêdan (îtîraf) bi vê reveberiya "de facto" nekiriye.

(E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes