Piştî zêdetirî 30 salan hinek Cihûyên Sûriyeyê yên ku li Amerîkayê dijîn vegeriya Şama paytexta Sûriyeyê.
Cihûyên vegeriyayî dibêjin piştî rûxana desthilata Esed derî li ber wan vebû ku vegerin ser mal û milkên xwe.
Henry Hamra li ser vegerê got, “Em piştî 33 salan vedigerin vê derê. Cara dawî em sala 1992yan hatin vê derê.
Em bi hêvî ne ku vegerin vê derê û xelkê me yê Cihû jî vegerin nav dêr û mal û milkên xwe."
Şandeya Cihû ji 7 kesan pêk tê û hatina wan ji aliyê Rêxistina Emergency Task Forceyê ve hatiye organîzekirin.
Yûsif Hamra jî behsa bîranînên xwe yên li Şamê kir û wiha domand:
"Ev yek gelek tiştan tîne bîra me, dema ku em li vir bûn em bi şev û roj li vir bûn, me gelek demjimêr di nimêjê de derbas dikirin.
Ez Xaxam bûm li vê derê. Ev cih her tim tijî nimêjker bû, xelk dihat vê derê ji bo nimêjê."
Hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî ji bo hatina Cihûyên Sûriyeyê yên li derve hêsankarî kiriye û dibêje mafê her kesê Sûriyeyê heye ku vegere welatê xwe.
“Sûriye ya hemû xelkê xwe ye”
Rêveberê Emergency Task Force Muaz Mistefa jî li ser hatina Cihûyan wiha got:
"Armanc ji hatinê ew e ku wekî li ba hemû civak, netewe û olên Sûriyeyî çêbûye, piştî ketina rejîma Beşar Esed, Sûriye bûye ya hemû xelkê xwe.
Lewma niha şandeyeke Cihû hatine ku mal û milkên xwe bibînin û bi hikûmeta nû re bicivin.
Tiştekî gelekî asayî ye ku Cihûyên Sûriyeyê vegerin welatê xwe û lê bijîn."
Li gorî dîroknasan berî 3 hezar salan Cihû li Şamê hebûn. Destpêka sedsala bîstan nêzîkî 100 hezar Cihû li Sûriyeyê bi giştî dijiyan.
Piştî damezrandina Îsraîlê piraniya Cihûyên Sûriyeyê koç Îsraîlê kir û hejmarek jî çûn Amerîka û Ewropayê.