Şandeyeke Îraqê ji ber êrişên Tirkiyeyê hat Hewlêrê

.

 Şandekyee bilind a ewlehiyê ya Îraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê ji bo gotûbêjkirina êrişên Tirkiyeyê gihişt Hewlêrê.

Ev heyamek e ku Tirkiyeyê li nav axa Başûrê Kurdistanê êrişên xwe bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê zêde kirine.

Şandeya bilind a Îraqê ya  serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî, li ser daxwaza serokwezîrê wî welatî Mihemed Şiya Sûdanî îro hat Hewlêrê.

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îraqê duh civiya û êrişên Tirkiyeyê yên li nav axa Îraq û Herêma Kurdistanê red kirin.

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îraqê ragihand ku divê Tirkiye prensîba cîrantiya baş û têkiliyên dîplomatîk bi Hikûmeta Îraqê re bişopîne û di her mijarên ewlehiyê de bi wê re hevahengiyê bike.

Tirkiyeyê ji meha Hezîranê ve dest bi operasyonekê kiriye û 15 xalên nû li deverên sînorî danîne.

Herwiha berdewam operasyonên asmanî û bejayî li wan deveran dike.

Rûdaw 

Kurdistan Haberleri

Mangirtina gîştî bi hilkefta 25ê Xermanan, li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûye
Mistefa Hicrî: Heta gihîştin bi armancên bilind ên Şehîdan, Kurdistan çeperek avedan û liserpêsekinî ye
Êrişî Kampa Mexmûrê hat kirin
Jîna çû lê 'Jin, Jiyan, Azadî' ma
Li Kopenhaginê , bi organîzasyona PDK-Îranê, du semînerên bi wate