Şandeyeke NY û Xaça Sor çû Serê Kaniyê

.

Rûsya, Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor a Navneteweyî li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo nûjenkirina bîrên Elokê dixebitin.

Xaça Sor a Navneteweyî li gel hêzên Rûsyayê û şandeyeke Netewên Yekbûyî (NY) ji bo ava Elokê careke din bê berdan çûn Serê Kaniyê.

Bajarê Serê Kaniyê ji Çiriya Pêşîn a 2019an ve ji aliyê Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin.

Karwana Xaça Sor a Navneteweyî, hêzên Rûsyayê û şandeya Netewên Yekbûyî çû ser bîrên Stasyona Elokê ku ava Hesekê ji wê derê diçe.

Armanca wan çareserkirina pirsgirêka qutkirina ava bajarê Hesekê ye.

Ji dema ku Serê Kaniyê hatiye dagirkirin ve çekdar ava Elokê ji ser Hesekê qut dikin.

Herî dawî ev salek û 4 meh in av ji ser Hesekê hatiye qutkirin.

Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî heta niha çend proje ji bo kişandina avê ji bo bajarê Hesekê dane destpêkirin lê piraniya wan bi ser neketine.

Tenê berî 2 mehan projeya kişandina ava çemê Firatê bi dawî bû lê ew jî têra Hesekê nake û gelek caran tê qutkirin.

Kurdistan Haberleri

Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye
Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin