Şandeyeke Rûs û Sûriyeyê li Qamişloyê bi HSDyê re civiya

.

Şandeyeke Rûsya û Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiya.

Şer û pevçûnên di navbera HSD û grûpên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê de ku roja Çarşemê li Dêrezorê dest pê kiribûn, berdewam dikin.

Grûpên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ku Îran û Hizbulaha Libnanî jî piştgiriya wan dike, gef dixwin ku herêmên li rojhilatê Çemê Feratê yên di bin kontrola HSDyê de ne bi dest bixin.

HSDyê ragihand ku li gundên Cidêde Bagara û Dehleyê di topbaranên komên çekdar ên Hikûmeta Sûriyeyê de heta niha 11 sivîl şehîd ketine 5 sivîl jî birîndar bûne.

Sekreterê Hevpeymana Sûriyeyê ya Niştimanî Aram Domanî beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser mijarê bersiva pirsên Sureya Hesariyê da.

Aram Domanî da zanîn ku her ku li ser zêdebûna aloziya, şandeyeke ji rayedarên Rûs û Sûriyeyê li Balafirgeha Qamişloyê bi rayedarên HSDyê re li ser çareseriyê hevdîtinek pêk aniye.

Aram Domanî diyar kir ku ti encameke erênî ji hevdîtina şandeya Rûsya û Sûriyeyê ya bi HSDyê re derneketiye.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye