Navenda Nûçeyan - Endamê Parlamentoya Iraqê yê fraksîyona PDKê Mihemed Emîn Faris ji BasNewsê re ragehand, îro şandeyekî alîyên sîyasî yê herêma Kurdistanê bo civîn û hevdîtina li gel Mihemed Tofîq Elawî bikin diçin Bexdayê.
Herwaha got: ‘’Şande ji hemû alîyên sîyasî pêkhatine.’’
Mihemed Emîn Faris got: ‘’Şande derbarê pêkanîna hikûmet û wezîran de guftûgo dê bike û dê ji Elawî re ragehînin divê dîyar kirina namzedan li ser razîbûna sazîyên fermî yên herêma Kurdistanê be û bi pêbendîya mafên herêma Kurdistanê yên destûrî be.’’
Basnews