Şandeyekî hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

.

Îro şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana Bexdayê dike. Ji bo pirsgirêkên di navbera her du aliyan de çareser bikin.

Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî di vê derbarê de ji K24ê re ragihand, “Bi mebesta berdewamkirina gotûbêjan û gihiştina rêkeftinê li ser kêşeyên hilawestî û bi taybetî li ser mijara darayî û cîgirkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya sala 2021ê ya Iraqê de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.”

Ev yek piştî wê tê, duhî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê aşkere kir, wan bi fermî bersiv dane Hikûmeta Iraqê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî ku gelek têbîniyên wê li ser yasaya qerzê ya Bexdayê hene û bê daxwaza kurd li Perlemana Iraqê hat pesendkirin, lê ew pê pabend dibe.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne