Şanogeha Bajarî ya Amedê li benda piştgirîyê ye

Şanogerên ku hevpeymana wan a bi Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê re hatibû betalkirin, şanogeheka bi navê Şanogeha Bajarî ya Amedê ava kiribû. Şanogeran ji bo berfirehkirina mekan û karên xwe kampanyayeka piştgirîyê daye destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Şanogerên ku hevpeymana wan a bi Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê re hatibû betalkirin, şanogeheka bi navê Şanogeha Bajarî ya Amedê ava kiribû. Şanogeran ji bo berfirehkirina mekan û karên xwe kampanyayeka piştgirîyê daye destpêkirin.

Şanogeran dîyar kirîye ku wan Sibata 2017ê şanogeheka 82 kes dikarin lê li şanoyan temaşe bikin çêkiribû.

Ew dixwazin mekanekê 160 kesî amade bikin lê hevceyî piştgirîya maddî ne.

Ew kesên ku dixwazin piştgirîya kampanyayê bikin dikarin bi rêya vê lînkê piştgirîyê bikin.

Şanogeha Bajarî ya Amedê her Şemî-Yekşemê du şanoyan dilîze. Şanogehê sê festîvalên şanoyê organîze kirine.

Bianet

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne