Şanoger jî desteserkirine: "Hûn nikarin hunerê bêdeng bikin"

.

Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê û BKMê girtine û gelek hunermend hatine desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Amedê de îro danê sibê li 21 bajaran polîsan bi ser malan de girtine. Di serdegirtina malan de şanoger jî hatine desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê û BKMê girtine û gelek hunermend hatine desteserkirin.

Şanoger in hatine desteserkirin ev in:

Yavûz Akkûzû, Devrîm Demîr, Elvan Koçer Yildirim, Ozcan Ateş, Sena Ozbey, Şahperî Alphan Bayhan, Sadettîn Înal, Kibar Suvari, Velat Ersîn, Kevve Çelîk, Mesut Baskin jî di nav şanogerên hatine desteserkirin de ne.

Şanoya Bajêr a Amedê daxuyaniyek daye û gotiye, "Vê sibê di serdegirtinên malan de hevalên me hatin desteserkirin. Şanoya Bajarê Amedê rûmeta me ye. Hûn nikarin hunerê bêdeng bikin."

Kurdistan Haberleri

Di siyaseta Kurd de Destpêkekî Nû
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser civîna Mesrûr Barzanî û Marco Rubio daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana DTSOyê Kir
Amerîkayê piştgiriya xwe ya peymanên bi Herêma Kurdistanê re dupat kir
Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê: Herêma Kurdistanê hevpeymaneke binirx e