Şaredara Gîyadînê hat girtin

Hevşaredara Gîyadînê Betul Yaşar ku li şûna wê qeyûm hatibû danîn, piştîd adgehîkirinê derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn.

Hevşaredara navçeya Gîyadîn a Agirîya Bakurê Kurdistanê Betul Yaşar di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarî de bi hinceta “endambûna rêxistinê” hatibû destesekirin û pişt re qeyûm li şûna wê hatibû danîn.  

Betul Yaşar piştî karûbarên yasayê yên li Rêveberîya  Asayişa Agirîyê bo dozgerîyê hat şandin.

Dozgerîyê jî bi daxwaza girtinê, Yaşar bo Dadgeha Nobedar şand û dadgehê biryara girtina wê da. 

Herwiha hat ragihandin ku derbarê rêveberên berê yên HDPê li Agirî Mesut Arslan, Zeynel Abidin Bozkurt û Mustafa Alparsalan de ku ew jî duh hatibûn desteserkirin, biryara girtinê  hat dayîn.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e