Şaredarê berê yê navçeya Cizîrê , welatperwerê Kurd Sabrî Vesek şeva 11.06.2020an li Amedê jiber Corona Vîrusê koça dawî kir. Vesek eve çend rojin li Amedê jiber Corona Vîrusê tedawî didît.
Vesek di navbera salên 1977 û 1981an de li Cizirê wek şaredarê Cizirê hatibû hilbijartin. Vesek li Amedê tedawî didît û roja 11.06.2020an derengê şevê koça dawî kirîye. Hat zanin ku sedema mirina wî koronavirûs e.