Şaredarê Dêrsimê Maçoglu banga hilbijartina dersa Kurdî kir

.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglu, bang li malbatan kir ku li dibistanan zimanê xwe yê zikmakî hilbijêrin da ku bi Kirmanckî (Zazakî) bijîn.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglu anî ziman ku Kirmanckî di xetereya jinavçûnê de ye, bang li malbatan kir ku Kirmanckî (Zazakî) di dibistanan de wekî dersa bijarte ji bo zarokên xwe hilbijêrin.

Maçoglu got, “Civaka Dêrsimê, gelê me, em lal in, zimanê me Kirmanckî li ber windabûnê ye, hûn dizanin, li cîhanê 18 ziman di bin xetereya windabûnê de ne. Di dibistanan de dersên bijarte yên Kirmanckî, Zazakî hene, em dixwazin civaka me ji bo zarokên xwe vê dersê hilbijêre û zimanê xwe biparêzin da ku zimanê me winda nebe.”

Hilbijartina dersên bijarte yên ku dê di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de li dibistanên amadeyî yên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê bên dayîn dê heta 10ê Sibatê berdewam bike.

Di çarçoveya Ziman û Zaravayên Zindî de (polên 5, 6, 7 û 8), zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî jî di nav dersên bijarte de ne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye