Şaredarê Komunîst Maçoglu: Ev der Dêrsim e û Seyîd Riza rêberê vê civakê ye

.

Li Tirkiyeyê û bajarên kurdan tekane şaredarê komunîst Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu ye.

Tîma me li avahiya şaredariyê pê re hevdîtin kir. Şaredarek wisa ye ku ji xeynî merasimên fermî tu caran taxim li xwe nake û beşek ji meaşê xwe jî dixe komînê û bi vê rêbazê alîkariya kesên muhtaç dike.

Rûdaw: Li hemû Tirkiyeyê û bajarên kurdan hûn tekane komunîst in ku weke serok hatine hilbijartin. Ev hesteke çawa ye?

Fatîh Mehmet Maçoglu: Hûn bi xêr hatin. Weşaneke xweş ji we re dixwazim. Gelek spas dikim.  Her çiqas weke cara yekemîn ez hatime hilbijartin xuya dike jî li Dêrsimê komunîst pir in. Ji dema zarokatiyê ve em komunîzmê ji heval û hogirên xwe hîn bûn. Bi xwendin û lêkolînê hînê komunîzmê bûn. Bi demê re me ew heband. Komunîzm bi temamî zanistî ye. Ji ber vê yekê dibêjim komunîst bûn tiştekî xweş e. Komunîstî tiştekî baş e yanî.

Di xebatên şaredariyê de hûn çi xebatan dikin ku komunîzmê bi xelkê bidin fêmkirin?

A rast sed sal in siyaseta burjuvaziyê li cîhanê desthilat e. Car caran şoreşger, sosyalîst, pêşver û komunîst li gelek welatan têdikoşin lê rastê dijberiyeke mezin tên. Bi şer û zordestiyê xwestine wan dorpêç bikin û bifetisînin. Ji ber vê yekê ye ku çanda burjuvaziyê niha berfirehtir e û berbelavtir e. Di nava dewletê de, di saziyan de, di civak, dibistan û taxan de wisa ye. Wisa bûye ku siyaseta burjuvaziyê li ser çîna karkeran ku jêderka komunîzmê ye jî siyaseta burjuvaziyê bûye desthilat. Ji ber vê yekê jî di nava demê de li Dêrsimê, em bi hevalên xwe yên xebatkar re, bi karkeran re, bi çîna xwe ya ku em dixwazin bikin desthilatdar re em hewl didin ku wê çandê paşve bibin û çanda ku em dixwazin bi pêş bixin. Di aliyê mafan de, di aliyê wekheviya jinan de gelek hewlên me hene. Em rêxistinkirineke wisa dikin ku hemû kes di hilberînê de xwe wekhev bibîne û vê feraseta wekheviyê bigihijîne asta desthilatdariyê. Mesela em hewl didin ku karkerek têbigihije ku di dema xebatên xwe de divê çi yên wan be. Em vê çandê didin wan. Mafên jinan, LGBT, mafê menopozê û mafên cur bi cur... Her wiha li ser dîroka çîna karkeran jî xebatên me hene. Mesela derbarê 1'ê gulanê de, têkoşîna wê de...Bi vî awayî ev çand tê guhertin. Niha jî em dest bi xebatên perwerdehiyê dikin. Perwerdehiyeke çawa? Xebatên perwerdehiya ked û semyanê...Yanî têgihiştineke marksîst. Di demên pêş de em ê li ser vê xebatan bikin.

Tu weke komunîstek mûçeya (meaş) xwe çawa bi kar tînî? Ev mûçe têra te dike?

Em vê weke beramberiya keda xwe dibînin. Tu kes mûçeya me ji me re bexş nekiriye. Hemû karker jî wisa nin. Mixabin sermaye di şûna nirxandina mafan a li ser hilberînê, dixwaze çanda xulamtiyê ava bike. Dixwaze vê kedê derxe derveyî siyaseta demokratîk û polîtîkaya xwe desthilat bike. Bi riya walî, şaredar, qeymaqam, rêveber û burokratan pergalek ava kirine û bi dayîna mûçeyeke zêdetir wan bêdeng bike. Di vê pergala rêveberiyê de ji jorê heta jêrê guvaş heye. Şaredar jî perçeyeke vê pergalê ne. Ez jî tê de... Lê em wisa nakin. Endezyarek an jî memûrek ku mûçeya wî ya herî zêde ye çiqas be, ez jî ewqas distînim. Yê zêdetir jî em davêjin komînê. Bi vî pereyê ku me xistiye komînê piştgiriya kesên muhtaç, alîkariya jinan an jî xwendekaran dikin. 

Di şaredariyan de komîn hene? Ev tiştekî çawa ye?

Ev tiştekî fermî nîn e. Em siyaseta xwe wiha dikin; li vir hevalên me dixebitin. Em bêjin li vir mûçeya herî zêde 13 an jî 14 hezar lîre ye. Endezyarek herî zêde ewqas distîne. Ez weke şaredar ji wan zêdetir distînim. Lê ez wê beşa ku ji wan zêdetir distînim davêjim nava komînê. Bi vî awayî alîkariya hejaran dikim. Pêdiviya kî bi vî pereyî hebe, em alîkariya wan dikin. Tiştekî fermî nîn e, me di nava xwe de tiştekî wisa ava kiriye. Ev nêrîna me ya siyasî ye. Federasyona Meclisên Sosyalîst dibêje qet nebe dema tu weke memûrek jiyayî, divê tu wan zehmetiyan bibînî. Tu bizanibî ka xelk çawa dijî... Ez vê jî bêjim; dema pereyê min hebe ji xwe re digerim. Lê dema ku pereyê min tunebe rasterast berê xwe didim malê.  

Min nedîtiye ku we qet taxim li xwe kiriye. Hûn qet li xwe nakin?

Wilehî sê çar heb taxim cilên min hene. Sê çar heb hene lê min 8 an jî10 sal berê kirîbûn. Di nava 8 salên dawiyê de min tenê taximek kiriye. Car caran di merasimên taybet ên dewletê de ji neçarî li xwe dikim. Yanî bi dilê xwe li xwe nakim.

Ji xeynî merasiman hûn li xwe nakin...

Nexêr...

Heta niha xebateke ku we kiribe û hûn pê serbilind bin heye?

Ya hemû xebat ked e. Em qedr û qîmetê didin hemû kedê. Lê ez ji vê jî gelek şanaz im. Helbet weke takekes dibêjim weke îdeolojî nabêjim. Tiştê ku herî zêde jê hez dikim ev e; dema xelk bi hêsanî tên dikevin şaredariyê hîs dikin ku ew burokrasî li vir hilweşiyaye. Bi dilekî rihet her cure rexneyê dikin, pêşniyarên xwe dibêjin hetta dikarin xwe aciz jî bikin. Yan jî dema ku ez li bajêr digerim te kesek ji nava xwe dibînin. Weke burokratek li min nanêrin. Ev min pir kêfxweş dike. Carna hin kes derdikevin û dibêjin divê weke şaredar an jî weke serokek bikevî nava xelkê. Lê em qala vê helwesta xwe dikin. Wê çaxê dibêjin hûn rast dibêjin û ji me baştir fêm dikin. Berê dema jinek diçû ber deriyê şaredariyê yan walîtiyê yan jî qeymeqamiyê ditirsiya. Niha bêtirs dikare bikeve nava şaredariyê. Ev jî nîşan dide ku burokrasî hêdî hêdî kêm dibe. Ev gelek kêfa min tîne.

Rexneyeke wiha li we dikin. Dibêjin performansa ku we di şaredariya Ovacixê de nîşan da, nekarî li Dêrsimê nîşan bide. Tu van rexneyan rast dibînî?

Yanî hemû rexne yên me ne. Helbet ew ê neçin şaredariyeke li derveyî vê derê rexne nekin. Helbet ew ê neçin şaredariya Mêrdîn, Xarpêt, yan jî şaredariya Amed yan jî Stenbolê rexne nekin. Ger li Dêrsimê paşveçûnek hebe helbet dê min rexne bikin. Belkî jî me nekarî em xwe baş bidin fêmkirin. Ev sûcê me ye. Belkî jî nexwestin me nîşan bidin, ev jî para wan e.

Tu qet ambargoyek hîs dikî?

Em gelek ambargoyan hîs dikin.

Ji ku derê?

Di nava dewletê de. Hemû projeyên me, xebatên me têne rawestandin.

Ev gelek girîng e. Yanî tu dibêjî gelek projeyên we yên berbiçav hene lê burokrasî asteng dike?

Helbet, em ê li ser wan biaxivin. Em ê derbarê wan de biaxivin.  

Mesela kîjan projeyên we?

Em ê derbarê vê yekê de biaxivin lê pêşî ez qala mijara Ovacixê bikim. Mesela li Ovacixê xwestin gundekî şînokan ava bikin. Te dît hilberîn hebû, li ser vê yekê xebatên me hebûn. Xebatên li Ovacixê îro li 27-28 bajaran belav bûne. Îro li Tirkiyeyê li 27-28 bajaran şêwazên cuda yên hilberînê bi pêş ketine. Yanî niha belkî hezar qat ji Ovacixê zêdetir hilberîn li bajarên din bi pêş ket. Em bêjin li Amedê, Ruhayê, Deryaya Reş, Deryaya Spî, Marmayayê...

Yanî qala avakirina markayên herêmî dikî?

Mesela wiha bibêjim; li ser pêdiviyên sereke û parastina xwezayê bernameya me heye. Di bernameya xwe de em qala hilberîna zeytûnan dikin ka zeytûn divê çawa bêne çêkirin. Hilberîna bê derman û bê gubre... Me hînê wan kir. Fistiqên bin erdê divê çawa bêne hilberandin? Me qala hilberînên sereke kir. Ev hilberîn dê çawa xwezayê biparêze û berhemeke paqij çawa derxe holê? Me qala wê kir. Niha li gelek cihên Tirkiyeyê ev hilberîn tê kirin. Li vir 20 cure hilberîn tê kirin. Lê li Tirkiyeyê 70-80 cureyên hilberînê bi pêş ket. Ji ber vê yekê ev xebat gelek ji qeweta Ovacixê wêdetir e. Pêşketina vê xebatên a bajar bi bajar ji bo siyaseta burjuvaziyê xetere ye, rîsk e. Helbet van tiştan nanivisînin. Yanî nanivisînin ku ev xebat li 7 navçeyan belav bûye û li 28 bajaran jî berbelav e. Bi qasî 80 koperatîfan re em hevkariyê dikin. Helbet vê xebata hevpar nanivisînin. Ez qala projeyan bikim? Bajarê dizane pêdiviya wî bi çi heye. Mesela otopark pêdiviyeke sereke ye. Bajarekî biçûk e lê ji çar aliyên cîhanê mirov qefle bi qefle tên vê derê. Ji ber vê yekê pêdivî bi otoparkê heye. Lê ji bo vê projeyê 70-80 milyon lîre budçe divê. Quweta şaredariyê nagihije vî pereyî. Em dixwazin vê yekê bi bankaya bajêran re bikin. Lê bankaya bajêran projeya me ya ku buhayê wê 3,5 milyon lîre ye jî napejirîne. Xebatên me yên Navenda Zanist û Hunerê heye. Xebatên riya mezin heye. Di ser ajansên pêşvebirinê de projeyên gelek şaredariyan têne qebûlkirin. Lê li vî bajarî sê projeyên me nehatin pejirandin. Di dema pêvajoya pandemiyê de me xwest tedawiya nexweşan li malê bê kirin, qebûl nekirin. Me projeya xwe ya aşê da hundir, derbas nekirin. Yek ji van projeyan jî nepejirandin. Her projeyeke me projeya civakî ye. Dizanin ku dê ev projeyên me li bajarên din ên Tirkiyeyê deng bide. Ji ber vê yekê jî asteng dikin.  

Erê nakin?

Tabî tabî erê nakin.

Kî erê nake?

Şaredarî karên xwe li ser bankayên bajêran dikin. Ger deynê we zêde tunebe hûn dikarin bi riya bankayên taybet jî van projeyan pêk bînin. Lê li bankayên taybet faîzên krediyê zêde ne û demên wan jî kin in. Mesela dahata me 2 milyon e lê krediya ku ez dixwazim tenê mehaneya wê 2,5 milyon e. An jî 3 milyon e. Lê bankayên bajêr heta 200-300 mehan dikarin vê demê dirêj bikin. Jixwe hemû şaredarî jî bi wan re dixebitin. Tenê şaredariyên pir mezin bi qada navneteweyî re dixebitin.

Fatîh Mehmet Maçoglu bersiva pirsên Maşallah Dekak da

Li Dêrsimê par agir bi daristanan ket. Şewat çêbû. Sedema van şewatan çi bû?

Gelek sedemên wê hene. Sedemên ewlekariyê jî hene. Sedemek jî şer û pevçûn in. Me nekarî em çend cihan tespît bikin. Li taxa ber bajêr daristanek şewitî û me sedema wê tespît nekir. Li du sê cihan jî ji ber polîtîkayên ewlekariyê agir bi daristanan ket. Daristanên navbera Xozat û Ovacixê ji ber bombebaranê şewitîn. Birêz Walî jî daxuyaniyek da. Got ji ber pevçûnê agir derketiye. Di encama pevçûnê de ev agir derketiye. Jixwe birêz walî jî daxuyaniyeke wiha dabû.

Bawer im tu Dêrsimê weke Dêrsim bi nav dikî. Min rast fêm kir?

Belê, evder Dêrsim e.

Ji bo ku navê rastî yê Dêrsimê bê vegerandin we tu kar kirine?

Pêşniyarnameya meclisa şaredariya me hebû. Lê guhertina navên bajêran an jî navên wiha bi biryara lijneya wezîran çêdibe.

Meclisa şaredariyê biryar girt lê nehate erêkirin.

Meclisê biryar girt. Ji bo ku weke Şaredariya Dêrsimê bê binavkirin. Lê erê nekirin.

Bi awayeke qanûnî mafê şaredariyan heye ku li bajêr referandûmek bikin?

Li welatên wek Swîsre, Almanya, Fransa an jî cihekî din ê cîhanê çarenûsa bajêran ji aliyê vîna bajariyan ve tê guhertin. Yanî gel biryara wê dide. Nasnameya wan a demokratîk biryarê dide. An jî saziyên wê derê vê biryarê didin. Sazî dikarin vê mijarê bi referandûmekî bînin ber xelkê. Lê li vir gel nikare biryara van tiştan bide. Lewre yên ku ji aliyê xelkê ve têne hilbijartin ji aliyê qeyûman ve ji kar têne dûrxistin. Li welatekî wiha gelek zehmet e ku ew tiştên tu dibêjî pêk bên.

Baş e di salên 1937-38'an de li Dêrsimê komkujî kirin. Arşîv hatin vekirin. Li ser vê komkujiyê belgefîlm hatin amadekirin. Weke şaredarî hûn difikirin ku bîrdarî yan jî mûzexaneyek vê komkujiyê ava bikin?

Beriya me dîwarê 38'an ava kirin û qadên ku qala pêşengên wê demê  dike vekirin. Em jî hewl didin wan qadan bi dîzayn bikin. Sala 38'an demeke pir dûr nîn e. Kes înkar nake. Bi hezaran kes hatin wendakirin, bi hezaran kes hatin qetilkirin bi hezaran kes hatin nefîkirin. Em qala demeke wisa dikin. Hê jî ew hest hene û hê jî dilên şikestî nehatine cebirandin. Lê em wiha jî nabêjin; em nabêjin bila Dêrsim tola wê demê hilde. Em wisa lê nanêrin. Tenê dixwazin tiştên ku anîne serê wan qebûl bikin, lêborîna xwe bixwazin. Ew kes berê şandin ku derê divê tespît bikin. Divê navê wan û cihê wan ji malbatên wan re bêjin. Divê cinazeyên wan bidin malbatên wan. Divê cihê gorên wan nîşan bidin. Sedema ku Tirkiye bi vê mijarê re rû bi rû nabe ev e; ditirse. Tirsa ka ev bajar an jî qada navneteweyî dê jê re çi bibêje ketiye dilê wî. Lê Dêrsim ji sala 1400'an heta ji 1460'an ve weke Dêrsim tê zanîn. Ji wê demê heta niha li vê erdnîgariyê zext û zordarî li ser serê vî bajarî kêm nebûye.

Weke komunîstek tu nîjada xwe çawa pênase dikî?

Ez qizilbaşekî kurd im. Mirovên li hemû cîhanê rengê çermê wan çi dibe bila bibe, divê cudahiyê nexin nava nîjada wan û şêwazê jiyana wan. Ez cudatiyê rast nabînim. Divê hemû mirovên li cîhanê, hemû civak, hemû milet xwe çawa bi nav dikin wisa bêne qebûlkirin. Em sosyalîst ji xwe mafan, çandan, azadiya baweriyan red nakin. Berevajî wê em van hemû cudahî û rengan weke hêz û dewlemendiyê dibînin.

Weke komunîstek navbera te û Kemalîzmê çawa ye? Hûn li hev dikin?

Ez nizanim dema hûn dibêjim Kemalîzm hûn weke tiştekî zanistî dipirsin an na. Divê em vê ji bîr nekin; gelek welatên li cîhanê, gelek civak, gelek netew di qada jiyana xwe de hin kesan weke rêber dibîne. Li Tirkiyeyê jî ji sala 1915'an heta 1918'an û heta 1924'an weke li hemû cîhanê jî heye, kesên ku di damezrandina vî welatî de têkoşîn dane weke rêber qebûl dike. Em marksîst, em komunîst û şoreşger jî Marks an jî Lenîn, Stalîn, Mao, Îbrahîm, Denîz, Mahîr an jî Mazlûman weke rêberê têkoşîna xwe dibînin. Gel jî wisa nin. Çawa bixwazin dê wisa bibînin.

Tu çawa dibînî?

Ez siyaseteke sosyalîst dişopînim.

Navbera te û kemalîzmê çawa ye?

Kemalîzm ne kesek e ku qala navbera me bikim. Ez sosyalîst im. Ez ji xeynî sosyalîzmê bawer nakim ku li cîhanê tu kes bikaribe bindestan, hejaran bi awayeke zanistî ji vê rewşê rizgar bike. Ger min bawer bikira ji xwe ez nedibûm sosyalîst. Esasê sosyalîstbûn û komînîstbûnê ev e; mafê her kom û îdeolojiyan heye ku xwe birêxistin bike. Rastiyan diparêze lê xeletiyan red dike. Ez ne ew kes im ku nîqaşa xwe û te an jî te û kemalîzmê bikim. Ez sosyalîst im û pir zelal im. Nêrîna min a marksîzmê ye. Bernameya min a sosyalîzmê zelal e. Ez hemû bernameyên li derveyî vê yekê yan kêm an jî xelet dibînim.

Wê çaxê tu kemalîzmê jî yan kêm an jî xelet dibînî...

Ger tu dixwazî wisa bibînî wisa ye. Ez pir bi zelalî dibêjim. Di hemû bernameyan de pêşeng zanyar in. Ez di wê baweriyê de me ku Marks jî zanyar e. Nêrîna wî ya derbarê bindest û hejaran de.... Berê xwe bide; sedema van şerên îro, feraseta kapîtalîzmê hêj beriya 150 salan hatiye gotin. Ez vê dibêjim; ger em mijarê bikin mijareke takekesî û nîqaşa wê wisa bikin, wê çaxê hûn ê civakan bînin hemberî hev. Ne rast e ku mirov heqaretê li wan kesan bike ku kemalîzmê diparêzin.Çimkî heman tiştî li me dikin.  Ji ber ku em sosyalîst û komunîst in rastê heqaretan tên. Ji ber vê yekê em ji wan re dibêjin hûn nebaş in. Ji ber vê yekê niha heman tiştî em bikin nerast e. Ez careke din bêjim; kemalîzm ne zanistî ye. Ez li cîhanê du zanistan dizanim; yek kapîtalîzm e û ya din jî sosyalîzm e.

Baş e Seyîd Riza?

Seyîd Riza yek ji pêşengên gel e. Seyîd Riza ji duh heta îro nirxê vê civakê ye, şexsiyet e yanî.

Pirsa dawî bikim. Dema dibêjin Dêrsim şêwezarê kurdî zazakî tê bîra mirovan. Hûn ji bo bipêşxistina zazakî li şaredariyê tu xebatan dikin?

Tabî tabî. Beriya me jî hebû. Lê piştî derbeya 2016'an gelek dibistan hatin girtin. Kurs hatin girtin. Rê nedan. Em dixwazin hemû qadan bi kar bînin. Em xwe li derveyî saziyên cemaweriyê jî nabînin. Ger em xwe cuda bibînin wê çaxê em ê wê qadê terk bikin.  Mesela di rêziknameya Wezareta Perwerdehiyê de dersa zazakî heye. Em ji bo wê xebitîn. Me hewl da zazakî tercîh bikin û li dibistanan polên zazakî bêne avakirin. Em jê re dibêjin kirmanckî. Derbarê kirmanckî de, derbarê zimanê xwe de em xebatên cur bi cur demeşînin. Kurs jî hene.

Min got pirsa dawî lê pirseke din bikim. Di hilbijartina bê de hûn ê bi HDP'ê re îtifaq bikin? 

Weke ku ev pirs qet ji me nehatine kirin nêzik dibin, ev tiştekî nebaş e. Em ji sala 1987'an ve, weke kevneşopiya Kaypakaya bangeke wiha li hemû sosyalîst, komunîst, demokrat, rewşenbîr, şoreşger û welatparêzên cîhanê hate kirin; ger li hemberî kapîtalîst û emperyalîzmê hûn nebin yek hûn nikarin bi ser bikevin. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna hevpar a girseyan girîng e. Baweriya wan û ola wan bê cudahî girîng e. Em demeke dirêj e bi HDP'ê re jî bi partiyên komunîst re jî û bi partiyên sosyalîst re jî di nava îtfaqê de ne. Ji xwe em bi hev re ne. Em hê jî perçeyekî vê îtifaqê ne. Lê car caran li şaredariyan an jî rêveberiyên herêmî li ser hin xalan em li hev nakin. Mesela em dibêjin li cihên ku sosyalîst û komunîst hene bernameyeke sosyalîst baştir e. Em dixwazin vê vînê derxin holê. Em dixwazim pêşengiya vê yekê bikin û bi civakê bidin fêmkirin ku sosyalîzm tiştekî xirab nîn e. Ya rastî bi HDP'ê re tu pirsgirêkeke me nîn e. Bi HDP'ê re ev sê çar heyam in em di hilbijartinên parlamenteriyê de bi hev re tevdigerin. Di nava wan de parlamenterê me heye. Li şaredariyan jî cihên ku em li hev dikin em piştgiriya wan dikin. Lê dil dixwest herdu sazî jî vê mijarê bi hûrgilî nîqaş bikin û piştgiriya hev bikin. Ne tenê partiya komunîst an jî HDP, dema ku ev qad hatin neqandin kî li wir bihêztir be divê li wê qadê ew bê nîşandan.

Maşallah Dehak / Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Peymana agirbestê ya Îsraîl û Libnanê dest pê kir
Serok Barzanî: Yek hikûmet, yek parleman û yek hêza pêşmerge
YEWKURD: Divê rojnameger û nivîskar bilez bên berdan
Îlhan Samî Çomak hat berdan
Mesrûr Barzanî: Rûbirûbûna madeyên hişbir erkekî netewî û exlaqî yê me hemûyan e