Şaredarê Sincikê : Em ne tenê bi karesata erdhejê re têdikoşin

.

Şaredarê Navçeya Sincikê ya Semsûrê Mehmet Korkut, diyar kir ku xwe gihandine hemû gundên navçeyê û yên di bin xirbeyan de mane derxistine. Korkut herwiha got, "Em bawer dikin ku em dê bi yekîtî û hevkariyan van êşan derbas bikin.”

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê Rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Mereş, Semsûr, Kilîs, Amed, Edene, Osmaniye, Dîlok, Riha, Hatay û Meleteyê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyê Adil Karaismailoglu ragihand ku di 10ê Sibatê de li Semsûrê 3 hezar û 105 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 hezar û 716 kes jî birîndar bûne.

Di erdhejê de navenda navçeya Sincikê ziyan nedît, lê gundên navçeya zirareke mezin dîtin. Tîma Rûdawê yekem medyaya bû çû navçeyê.

Şaredarê Navçeya Sincikê Mehmet Korkut ji Rûdawê re diyar kir ku xwe gihandine her 24 gundên navçeyê û her kesê di bin xirbeyan de mane derxistine.

Mehme Korkut got: “Erdhejek pir mezin bû û karesata sedsalê bû. Ji ber vê yekê em niha di êşek mezin de ne. Bi awayekî cidî, alîkarî ji her alî ve tê. Em di wê baweriyê de ne ku em dê van êşan bi yekîtî û hevkariya jidil derbas bikin.”

Korkut diyar kir ku rojane ji derdora 3 hezar kesî re xwarina germ tê dayîn û 2 hezar kesên ku malên wan xisar dîtin jî hatin veguhestin û got ku alîkarî gihandiye welatiyên ku malên wan ên li gundan jî.

Şaredarê Sincikê herwiha got: “Em ne tenê bi felaketên erdhejê re têdikoşin. Di heman demê de, em bi şert û mercên keşûhewayê re têdikoşin. Li hinek cihan heta 3 metreyan berf bariye. Li herêmên 1800 metre bilindahî mirov dijîn. Me birîndar bo navçeya Kahtayê veguhestin. Hinek jî li vir in. Ez hêvî dikim ku em dê dermankirina wan temam bikin.”

Her wiha kesên ku malên wan ji ber erdhejê zirar dîtibûn di salona werzişê de hatin bicihkirin, tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî alîkarî gihandin mexdûrên erdhejê.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin