Şaredariya Amedê ji bo kurdî wê termînolojiya hevpar çêbike

.

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rapora ku der barê pêşnûmeya ku di civîna asayî ya Tîrmehê de hat qebûlkirin, ji bo standardîzekirina têgînên kurdî û têgehên pîşeyî yên ku li şaredariyan tên bikaranîn bi yekdengî qebûl kir.

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, yekemîn rûniştina civîna asayî ya meha Tebaxê li salona Şaredariya Bajarê Mezin pêk anî. Endamên meclîsê beşdarî civîna bi serokatiya Cîgira Şaredara Bajarê Mezin Evîn Yelboga bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a ku li ser mijarên rojevê niqaş kir, rapora Komîsyona Çandê ya der barê pêşniyara ku di civîna asayî ya meha Tîrmehê de ji bo standardkirina têgînên kurdî û têgehên pîşeyî yên ku li şaredariyan pir tên bikaranîn hat qebûlkirin, nirxand. 

Meclisê piştî xwendin û nirxandina raporê bi yekdengî raporê qebûl kir ku ji bo navên yekîneyên ku di bin serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wezîfe dikin xwedî termînolojiya hevpar be, her nweha ji bo vê jî komxebata “Çêkirina Termînolojiya Hevbeş a Kurdî” were lidarxistin.

Di encama daneyên komxebata ku dê bi beşdariya pisporên di warê ziman de bê lidarxistin de, dê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sepana pîlotê bê destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Pîrozkirina Yeksaliya PWKê ya li Stockholmê
Li Kerkûkê 100 hezar xwendekar beşdarî sala nû ya perwerdeya kurdî dibin
Navê min Jîna ye!
NY ji bo Sûriyeyê civiya: 'Naxwazin çareseriyeke siyasî bê dîtin'
Hejmara 478an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin