Şaredariya Amedê xwaringeha gel vekir, 4 cure xwarin bi 70 lîreyî ne

.

 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4 cure xwarinan bi 70 lîreyî dide xelkê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Taxa Hunerê ya li navenda bajêr Xwaringeha Gel vekir.

Şaredariyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyand, wan ev xwaringeh vekiriye da ku “xwarineke erzan, tendurist, ewle û biçêj” bidin xelkê.

Xwaringeha Gel dê xeyn ji yekşemê her roj ji saet 12:00an heta saet 17:00an vekirî be û dê 4 cure xwarin bi 70 lîreyî bin.

Tê hêvîkirin ku bi taybetî kesên destteng sûdê ji vê xwaringehê bibînin û dê rojane hezar kes karibe xwarinê lê bixwe.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya û xelk beşdarî merasîma vekirina xwaringehê bûn.

Beriyê niha jî şaredariyên Êlih û Sêrtê yên DEM Partiyê xwaringehên gel vekiribûn.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye