Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: Hevserokên me li ser karê xwe ne

.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand, îdiayên ku dibêjin Hevşaredar Abdullah Zeydan ji kar hatiye dûrxistin û li şûna wî qeymeqam hatiye tayînkirin, ne rast in.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, der barê îdiayên ku li ser hin hesabên medyaya civakî hatin parvekirin ku dibêjin Hevşaredar Abdullah Zeydan ji wezîfeyê hatiye girtin û li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat got: “Ji hêla hinek hesabên trol û qestî ve li ser bingeha belgeyek xelet, agahiyên ku Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji kar hatiye dûrxistin û li şûna wî jî qeyûm hatiye peywirdarkirin tên belavkirin. Em radigihînin ku ev agahî ne rast in û belge jî xelet e û em ji gelê xwe dixwazin ku bawerî bi van belavokên xelet neynin.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê got: “Divê baş were zanîn ku armanca van belavokên wiha, tevlîhevkirina hişê gel û çêkirina şikê di nîyeta xwedîderketina li îradeya rastîn de ye. Hevşaredarên me li ser karê xwe ne û bi hemû hewl û hêza xwe ve xebatên xwe didomînin.”

Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31’ê Adarê de zêdetirî sedî 50 deng wergirtibû û bûbû şaredarê Wanê. Lê bi hinceta ku mafê wî yê beşdarbûna hilbijartinê nîne, pesendname nehatibû dayîn. Piştî xwepêşandanên mezin, komisyona Bilind postê serokatiya şaredarîyê radestî Abdullah Zeydan kir.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir