Şaredarîya Hewlêrê molet da avahîya konsolxaneya Çînê bê çêkirin

Şaredarîya Hewlêrê molet da ku avahîya konsolxaneya komara Çînê bê çêkirin.

Navenda Nûçeyan- Îro 13.01.2020ê bi serpereştîya wezîrê şaredarî û geştûguzar a hikûmeta herêma Kurdistanê Sasan Ewnî ve molet hate îmza kirin.

Molet ji alîye serokê şaredarîya Hewlêrê Ebdulwahîd Ehmed Hemed û konsolê giştî yê Çînê li Hewlêrê Ni Ruchi li dîwana wezareta şaredarîyê hat îmza kirin.

Konsolxaneya nû ya Çînê dikeve ser rêya Hewlêr û Pîrmamê û piştî wergirtina moleta ava kirinê dê dest bi çêkirina avahîyê bê kirin.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e