Şaredariya Wanê ji bo jinan pirtûkxaneyeke ji keştiyê vekir

.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di nav Gola Wanê de ji bo jinên parêzgehê cara yekem keştiyek veguhast pirtûkxanayê.

Şaredariyê navê wê jî kir Pirtûkxaneya Jinan û pirtûkxane bi merasîmekê hat vekirin.

Jinên Wanî bi govend û dîlananan pêşwazî li projeya şaredariyê kir.

"Em dê bi zanebûna xwe civakê azad bikin"

 Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê got: "Pirtûkxaneya jinê em dê di nava vê derê de bigihin dîroka xwe.

Em dê pênûsa xwe bigirin destê xwe û em dê bifikirin û binivîsin û bixwînin. Em dê bi zanîn û zanebûna xwe ya jinê civakê azad bikin.

Heya ku ev jiyan ji bo jinê azad dibe em dê rêxistina xwe di nava van qadan de mezin bikin. Li jinên Wanê û li me hemûyan pîroz be."

Projeya pirtûkxaneyê bi hevahengiya Serkoyatiyên Daîreya Polîtikayên Jinan û Daîreya Gihandinê ya Şaredariya Wanê hatiye amade kirin.

Jinên Wanê ji vê  projeyê kêfxweş in û ji bo xwe wek derfeteke girîng dibînin.

"Me li her cihî dît ku jinan bi derziyê bîr kolane"

Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Wanê Zekiye Kaya yê wiha anî ziman:

"Ev vekirin li ser xêrê be. Me li her cihî dît ku jinan bi derziyê bîr kolane.

Em dibêjin ev ji bo me hemûyan li ser xêrê be. Em dibêjin bila cihê jinan jî hebe.

Em li ser navê dayikan dibêjin li ser xêrê be. Me jî cihek ji xwe re dît ku em lê bisekin."

Piştî birîna qurdelaya vekirina pirtûkxaneyê, Hevseroka Şaredariyê Neslîhan Şedal çû ser rûdera keştiyê û yekem geşta Pirtûkxaneya Jinan a di nav Gola Wanê de da destpêkirin.

Êdî jinên Wanê bi  rêya vê pirtûkxaneyê  hem dikarin di nav Gola Wanê de geşt bikin û hem jî li ber dîmênên ciwan û bêhampa yên  golê pirtûkan bixwînin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmerge: Heta Adarê hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge dibin yek
Bereya Kurdistanî: Ragihandina Seroktiya Ehmed Şera neqanûnî û nedestûrî ye
Şirketeke çînî li Xaneqînê li petrolê dikole
OHD: Di xwepêşandanên qeyûman de 102 kes hatine girtin
Heyeteke PDK-Tyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir