Hûn li ba sabûnfiroşek disekinin, wek ku heyfa wê şermê ji sabûnfiroşê bistînin, bênavber kurdî dipeyivin. Ew dibêje, "Bi tirkî bêjin, ez kurdî fêm nakim, bi tirkî bêjin".
Mizgîn Ronak Aydin
Dema hûn diçin Mêrdînê, bi eşqek mezin xwe li wan kolanên wê yên çiyayî dixin. Her der bilind, her tişt kevir, her hest kevnar e. Yanî Mêrdîn e, bi şev stêrk, bi roj eşqa stêrkan e. An jî bi şev ew stêrk e, bi roj toza stêrkan e, ber bayê dikevin û ne serxet dihêlin ne binxet, berî dibe stranek ji bo kelayê, kela serê xwe datîne ser dawa beriyê.
Dema hûn diçin Mêrdînê, ew devoka xweş û rengîn wek risteyên Cigerxwîn li derdor digere. Çilo û wilo, were û wanî gul vedikin, kulînçên kurmanc û suryan mil bi mil sibeyên cejnê pîroz dikin, erebî û kurmancî di hevokek de tevlê hev dibin. Hûn di her kevirek kevnar de pêjna helbestên kurdî dikin. Helbestên ku bûne kevir û kevirên ku bûne helbest, bi we re ev hezar sal e di ber xwe didin. Destên we yên ku li ser keviran hêlîn çêdikin, dibin dilîna helbestên delodîn. Ji ber ku hûn, li Mêrdîn in, li bajarê xeyal û rastiyê, an jî bi gotina Evîndar a her car, li "şarî xewnekem"in, li bajarê xewna min. Kela û bircên ji bêkesiyê acizbûyî, her carê bi awayek dibêjin, ev der Mêrdîn e, Mêrdîn.
Her kevir ban we dike, her kolana kevirîn û berbilind dest li we dihejîne, nahêle hûn berê xwe jê bizivirînin. Hûn dimeşin, lê ew çî ye! Wek navên şair û hozanan tenê ev nav derdikevin pêşberî we: Cemal Sureya, Edîp Cansever. Li ser erda hin kolanan nivîsandî ne, li ser dîwaran û li ser rûpelên hin kolanên taybet. Hûn şaşwaz dibin, pirsa qey ew ji Mêrdîn bûn, di guhê we de li bilûrê dide. Lew ev rewş ne ji ber rastiya ku şair ji dinyayê ne û hemû welat, bi helbestên wan re dibin ên wan qewimiye. Na di vir de tiştek ku heya mêtingeriyê diçe heye. Tiştek fenek û dizek. Tiştek ku xwediyên malê bêmal dihêle. Ev ne helbesthezî û şairhezî ye.
Hêj em wiha difikirin, dengek ji pişt kelê tê. Ma çima wilo nebe, herdû şair jî Mêrdînî bûn û helbestkurdî bûn û li vir jiyabûn. Wiha dibêje şeytanê ku xwe li pişt kelê veşartiye. Hûn bi çavên xwe ji keviran dipirsin, ma gelo rast e, ev bajar ê wan şairan e? Lê hewcê bersîvê nake.
Hûn di yekane kolana bajêr de dimeşin, di guhê we de strana, "beriya Mêrdînê fire ye, hevalê mino", di dilê we de şahiya gihîştina vî bajarî. Tam hûn ê li helbestek kurdî li ser dilê xwe binivîsin, Ozdemîr Asaf derdikeve pêşiya we.
Çima dernekeve. Ne helbesta Cigerxwîn û Ehmed Huseynî, lê ya wî nivîsandiye û li wê nîvroya kurdîhez, di nava kolanê de derdikeve pêşberî we û bi pirsa, "çima, çima?", wek tîremarek bi pey we dikeve.
Hûn û hersê hozanên tirk (ku kurd bûna dê kurdî binvîsandana, rica dikim em kurdbûna Cemal Sureya neynin bîra hev) Edîp, Ozdemir û Cemal, bi hev re li kolanên Mêrdîna rengîn digerin. Ew bi serdestiya zimanê mêtingehkar, xwedî şûr û mertal, hûn hinek belengaz, hinek jî topal. Ne bi zimanên hev dizanin ne bi helbestên hev. Na. Ew bi yê we nizanin, lê hûn bi yê wan dizanin, an jî êdî dizanin. Lew li çend kolanan derketin pêşberê we û bi tevî desthilatdariya zimanê serdest, gotin: "Em li vir in, serdest em in, ên xwedî qîmet û pere em in".
Hûn ji van risteyên Cîgerxwîn şerm dikin;
"Ay dil dilê xortanî, gelek tiştên xweş zanî
Min digo qey tu bi ziman î, lê tu bi kurmancî nizanî"
Ji nenivîsandîbûyîna wan a li wir, ji rastderketina wan a di pêşerojê de, ji wê bêzimaniya ku wek m’erîfet tê dîtinê şerm dikin…
Hûn li ba sabûnfiroşek disekinin, wek ku heyfa wê şermê ji sabûnfiroşê bistînin, bênavber kurdî dipeyivin. Ew dibêje "bi tirkî bêjin, ez kurdî fêm nakim, bi tirkî bêjin". Hûn bi bêhna barûda "Kî ne Em" ê bi zimanê ku jê fêm dike dibêjin: "Evder Mêrdîn e, hûn çawa nizanin, ku wisa be em jî nastînin, hûn mecbûr in zimanê muşteriyên xwe zanibin". Lalo-malo dibe, dibêje: "Ez jî kurd im, wele ez ê hîn bibim."
Belam bêhna barûdê nasekine: "Lê we hinek berê bi pozbilindiyek welê peritî got ku, wek ku m’erîfetek be!" Soro-moro dibe û sabûnên ku bi paş ve tên dayîn, bêhna xwe ya ku tevlê ya barûda Cigerxwîn bûye pirtir difûrînin. Hûn bi gavên lezgîn ji wan şairên ku zimanê we ji bo zimanê wan hatiye qurbankirin bi dûr dikevin û li derek ku dîsa derence we ber bi jor ve dibin, rastî nav û risteyên kurdî tên. Bêhna barûdê û sabûna Mêrdînê, xwe bi ya kulîlkan geş dike. Herçî pirtûkxana wê dera kevirîn e, bi pirtûkên kurdî wek gulistanek geş e. Jixwe cigera helbesta me, bi tevî dîwanên xwe li wir e. Her wiha li wir ew şairên biyan û zimanêmenezan mêvan in, cîran in. Jinek bi kitan ji wan re wiha dibêje "Hûn bi xêr hatin mala xaltîka xwe, eynî wilo mêvan û cîran bin, ne tiştek din. Ku hûn wilo bin, Mêrdîna me ya we ye jî."
Teva ku hûn dizanin bi gulistanek tenê bahar nayê jî, serê we bi helbestek welatî hema bêje dighîje ber kelê û hûn dîsa bi dilek têrnebûyî, ji "şarî xewnekem" bi dûr dikevin, heta carek din, kurdî qedîm e.
Çavkanî: Gazete Duvar