Şasuwar Ebdulwahîd hat desteserkirin

Serokê Tevgera Nifşê Nû, Şasuwar Ebdulwahîd hate desteserkirin.

Piştî ku li ser du dosyeyên cuda bo dadgehê hatibû gazîkirin, Serokê Tevgera Nifşê Nû, Şasuwar Ebdulwahîd îro li Silêmaniyê hate girtin.

 

Hat ragihandin,  Şasuwar Ebdulwahîd îro li ser du dosyeyên cuda bo Dadgeha Lêkolînan a Silêmaniyê hate gazîkirin.

 

Dadwer Omer Ehmed got, li gor maddeya 229 li ser destdirêjiya li ser karmendê dewletê di dema kar de, herwiha li gor maddeya 343 ku tometa xirabkirina navûbangê ye,  biryara desteserkirina wî bo dema 24 demjimêran hate dayîn.

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!