Saziya lêborîna Navnetewî, sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser Pexşan Ezîzî, bi tundî şermezar kir

.

Sizaya bidarvekirina Pexşan Ezîzî ku ji aliyê dadgeha bilind a rêjîma Îranê ve hatiye erêkirin, berteka Saziya Lêborîna Navnbetewî li pey xwe anî û vê saziyê ragihand ku ew sizakirin nedadperwerane ye.

Saziya Lêborîna Navnetewî li roja Pêncşemî 20ê Befranbarê, erêkirina sizaya bidarvekirin a Pexşan Ezîzî ji aliyê dadgeha bilind a rêjîma Îranê ve bi tundî şermezar kir û ragihand ku ew sizakirineke nedadperwerane ye û daxwaz ji berpirsên rêjîma Îranê kir ku sizaya bidarvekirina Pexşan Ezîzî hilêveşînin û bi lezgînî serbest bikin.

Vê saziyê bi tekiezî daye zanîn ku çalakiyên “Pexşan Ezîzî”, mirovperwerane û aşitîxwazne bûne.

Girtiya siyasiya Kurd, Pexşan Ezîzî, li taya 26 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bjarê Têhranê de bi serokatiya “Îman Efşarî” û bi tohmeta “bexî bi rêya endametî li girûpên dijberî rêjîmê”, sizaya bidarvekirin û 4 sal girtîgehê bi ser de hate sepandin û metirsiya bidarvekirinê li ser vê girtiya siyasiya Kurd heye.

Herwisa pêlekî berfireh a piştevaniya sazî û rêkxistinên parêzvanên mafê mirov û welatên cuda cuda li cîhanê de ji vê girtiya siyasiya kurd bi dû de hatiye.

Bi dehan malbatên şehîdên şorişa Jîna yê li Rojhilatê Kurdistanê jî bo piştevanî ji Pexşan Ezîzî û şermezarkirina hikmê sepandî bi ser de, bi avayên cuda dengê xwe bilind kirin.

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî: Helwesta Bexdayê ya li hemberî Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin
Şandeya DEM Partiyê dê biçe cem Selahattîn Demîrtaş
Şelal Gedo: ENKS ji bo yekîtiyê amade ye
Xelkê li Bendava Tişrînê xwenîşandan kir: ‘13-14 êrişên asmanî hatin kirin’
Li Çiyayê Hemrînê termên 6 çekdarên DAIŞê hatin dîtin