Saziyên civaka sivîl ên Amedê banga aştiyê kirin

.

Hejmareke ji saziyên civaka sivîl ên li Ameda Bakurê Kurdistanê di 1ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanî de banga “aşitiyeke mayînde” kirin û ragihandin ku “divê were fahmkirin ku şerên çekdarî negihîştiye encameke û ew dê negîhîje encamekê.”

Saziyên civaka sivîl ên weke Baroya Amedê, Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê, Şaxê Komeleya Mafê Mirovan a Amedê û Platforma Kedê ya Amedê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanî daxuyanek dan.

Rêxistinên navborî di daxuyaniya xwe de tekez dikin ku pirsgirêkên bê çareseriya Kurdan bi hemû jan û êşên xwe didome û dibêjin: “Divê were fahmkirin çareseriya pirsgirêka Kurdan, bi şîrovekirina maf û azadiya takekesî çareser nabe. Divê hişmendiya ku nikare mijarê di nav mafên siyasî û civakî de binirxîne biguhere.”

Daxuyaniya Saziyên civaka sivîl ên li Amedê wiha ye:

“Îro 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ye. Vê  rojê divê em bi israr li ser aşitiya ku hemû aliyê civakê daxwaz dikin  bipeyîvin. Bi vê berpirsiyariyê em îro bi hev re ne. Em careke din dixwazin daxwaz û astengiyên li pêşiya aşitiyê bi rayedar û raya giştî re parve bikin.

Wekî em hemû dizanin mijara pirsgirêkên bê çareseriya Kurdan bi hemû jan û êşên xwe didome. Em sedema pirsgirêkên wekî hiqûq, mafên mirovan û demokrasiyê yên ku di welat de tê jiyîn pir baş dizanin ku ev encama israra bê çareseriya mijara Kurdan e. Ev israr di Tirkiyê de di mijara azadî û mafên bingehîn de nikare bibe bersiva daxwazên civakê û bi polîtikayên ji çareseriya demokratîk dûrtir hişmendiya xwe didomîne.

Bi şer re zêdebûna  tundî û cihêkarîyê pirsgirêkên girantir diafirînin. Polîtîkayên bê çareseriyê çawa bû sedema wendakirina gelek kesan. Wekî vê yekê bû sedem ku welat ji hiqûq, demokrasî û ji mafên mirovan dûr bikeve û bû sedema pirsgirêkên aborî yên giran. Tirkiye di rêza demokrasiyê de di nav welatên dinyayê de, li gorî heremên erdnigariyê jî di rêza hiqûqî de di herî dawî de cih digire.

Divê were fahmkirin çareseriya pirsgirêka Kurdan, bi şîrovekirina maf û azadiya takekesî çareser nabe. Divê hişmendiya ku nikare mijarê di nav mafên siyasî û civakî de binirxîne biguhere. Wekî vê yekê divê were fahmkirin ku şerên çekdarî negihîştiye encameke û ew dê negîhîje encamekê.

Bi heqîqeta ku mijara Kurdan tenê dikare bi riyeke demokratîk û aştiyane were çareserkirin. Ji bo qadeke bê pevçûn ava bibe em hemû kesan vedixwînin berpirsiyariyên xwe yên siyasî û bi civakî bi cih bînin.

Em wekî civaka sivîl a destnîşanker, rêxistinên pîşeyî û kardêr careke din bi bîr dixin divê rojeva ewil û ya giring  di Tirkiyeyê de aşîtî be.  Demildest dev ji çek û pevçûnan were berdan. Serdemeke aşîtiyane ku di salên berê de hatin avakirin û pêwistiya Tirkiyeyê pê heye dîsa were avakirin. Em di bingeha hemwelatiyeke wekhev de bangawaziya aşitiyeke mayînde dikin.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir