" Saziyên hukûmetê dixwazin rûyê şaradarîyê reş bikin"

Hevserokê Şaradariya Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk dibêje, li bajarê Mêrdinê sazîyên hukûmetê dixwazin rûyê şaradarîya wan bi birîna elektrîkê xerab nîşan bidin.


Hevserokê Şaradariya Mezin a Merdînê Ehmed Turk dibêje, li bajarê Mêrdinê saziyên hukûmetê dixwezin rûyê şaradariya wan bi birîna elektrîkê  xerap nîşan bidin.


Hevserokê Şaradariya Merdînê Ehmed Turk bi daxuyaniyekê got, piştî ew wek Hevserokê Şaradariya Merdînê hatin hilbijartin, di roja 4em de elekitrîk li ser bajarê wan hate birîn.
Ehmed Turk diyar dike, sedema birîna elektrîkê, gemarîya qeyumên AK Partiyê bû ku 98 milyon Lîre deyn xistibûn ser Şaradariyê.


Hevserokê Şaradariya Merdînê dibêje: Wan ji 98 milyon deynê qeyumên AK Partiyê, 80 milyon Lîre dane. Lê bi tevî vê hewildana wan, ev sê roj in jî, dîsa eliktrîk li ser bajêr hatiye birîn.
Ehmed Turk diyar dike: Balkêş e di dema Qeyuman de 98 milyon deynê Qeyuman hebû, rojekê jî elektrîk nedihat birîn.


Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Hilbijartinên 31'ê Adarê de nîvê şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve dihatin rêvebirin bi dest xistibûn. Rayedarên HDP'ê diyar dikin  ku qeyûman ji budçeya şaredariyan gelek lêçûnên bê serûber kirine û şaredarî di bin deynên giran de hiştine.
 


 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne