Sê aliyên siyasî terorkirina du endamên PDKÎ ji aliyê destûpêwendiyên Komara Îslamî ve şermezar kirin

.

Sê aliyên siyasî, „Hevgirtin bo Azadî û Wekhevî di Îranê de, Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê û Kongreya Neteweyên Îrana Federal" di daxuyaniyekê de terorkirina du endamên PDKÎ ji aliyê destûpêwendiyên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve şermezar kirin.

Deqa Daxuyaniyê wiha ye:

Xelkê Xebatkar ên Îranê

Em bi mixabinî ve radigihînin ku demjimêr 12:40 xuleka nîveşev a Îna 16ê Pûşpera 1402 a Rojî, çend kes ji endamên Hizbê ku ji bo serdan çûbûne devera “Hellşo” ya bajarê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê, ji aliyê bi kirêgirtiyekî rejîma Komara Îslamî ve û di pîlaneke pêş de darêtî têne gulebarankirin û mixabin du kes ji wan yên bi navên Adil Muhacir naskirî bi “Serbaz” û Luqman Acî canê xwe ji dest didin.

Sê aliyên siyasî Hevgirtin bo Azadî û Wekhevî di Îranê de, Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê û Kongreya Neteweyên Îrana Federal, tevî şermezarkirina wê kiryara terorîstî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê, radigehînin ku maşîna terora Komara Îslamî dijî xebatkarên siyasî yên Îranê çalaktir ji berê mijûlê terorkirinê li navxwe û derveyê Îranê ye, û terorîzma dewletî ya rejîmê li hember çêkirina tirsê di nava opozîsiyon û civaka Îranê de kar dike. Di rastî de rejîma Komara Îslamî bi wan kiryarên xwe hewl dide ku tevgera  Jin, Jiyan, Azadî bi çalincan bikişîne, lê rastiya civaka Îranê îro rojê eva ye ku xelk ji rejîmê derbas bûne û çêkirina tirs û xof ji aliyê rejîmê ve tenê kerb û kîna xelkê zêdetir dike.

Hevgirtin bo Azadî û Wekhevî di Îranê de

 Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê

 Kongreya Neteweyên Îrana Federal

Şemî 17ê Pûşpera 1402an

Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir