Sê kolberên kurd birîndar bûn

Li parêzgehên Sine û Ormiye yên Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberên kurd bi rûdanên cuda birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî êvarê pasdarên Îranê li zozana Doletû ya bajarê Serdeştê komek kolberên kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Resûl Hesenzade giran birîndar bû.

Li devera Bane jî kolberekî kurd bi navê Hadî Rastî di êrişa pasdarên Îranê de birîndar bû.

Li parêzgeha Ormiyê jî pêr kolberekî kurd bi navê Qabîl Mercanîrad ji ber teqîna mînê birîndar bû.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e