Sê partiyên Kurd dê li Amedê Roja Alaya Kurdistanê pîroz bikin

.

HAK-PAR, PSK û PWK dê bi çalakiyeke hevbeş Roja Alaya Kurdistanê pîroz bikin. Çalakî dê roja Çarşemê, 17ê Çileya Pêşîn a 2024ê, li navenda Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat a li Amedê pêk were.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di daxuyaniya xwe de ragihandin ku çalakî dê di saet 13:00ê de dest pê bike.

Her sê partiyan bang li hemû welatiyên herêmê kir ku beşdarî vê pîrozbahiyê bibin û diyar kirin ku derî ji bo tevahiya gel vekirî ye.

Di pîrozbahiya Roja Alaya Kurdistanê de tê payîn ku gelek kes ji herêmê beşdarî çalakiyê bibin.

Kurdistan Haberleri

PWKyê Li Mêrdînê û Batmanê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kir
HAK-PAR, PSK, PWK: Roja Alaya Kurdistanê, Bila Bibe Destpêka Hevxebat, Hevkarî û Tifaqên Neteweyî, Demokratîk
PWK: Em Girtina Derhênerê Kurd Kerem Tekoglu Şermezar Dikin
Îlham Ehmedê ji Trump re name şand: ‘Rê nedin ku Tirkiye êriş bike’
HSD: Li Minbic û Kobaniyê agirbest çênebû