Sê teqîn nêzîk balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê pêkhatin

Çend mûşek nêzîk balyozxaneya Amerîka ya li Bexda ya paytexta Iraqê ketin û 3 teqîn pêkhatin.

Navenda Nûçeyan - Li gor zanyarîyên çapemenîyê ew mûşek derengê şeva borî 17.06.2020ê li navçeya Kesk a Bexdayê nêzîk balyozxaneya Amerîkayê ketin.

Çavkanîyên nûçeyan behsa bûyera sê teqînan nêzîk balyozxaneya Amerîkayê dikin ku di encama ketina sê mûşekan de pêkhatine.

Heta naha ti alîyekî berpirsyartîya xwe ya di vê êrîşa mûşekî de ranegehandîye, ku 5.mîn êrîşa mûşekî ye di wan 10 rojan de li ser berjewendîyên Amerîkayê pêktê.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e