Xidir ÛSO
Dewleta tirk ji alî elîtekî nîjadperest yê bê welat û milet hatiye avakirin. Ev elît bi giranî ji leşker û brokratên dewşirme û muhacir pêkdihat. Piştî ku neteweyên Balkan ew ji welatê xwe qewirandin, bi rêya Îttîhat-Terakkî dest bi serwerbûna Împaratorîya Osmanî, projeya îslamî û tirkirina enedol û Kurdistanê kirin. Şerê Cîhanê I. ji bo pêkhanîna projeyên wana bû firsendekî..
Efrîqa û Erebîstan ji Îngîlîz û Fransîyan re hîştin. Ji alîkî ji bo tasfîyekirina Împaratorîyê bi dewletên emperyal re ketin bazarê, bi Sovyetê re peyman çêkirin û dest bi qirkirin û koçberkirina miletên ne Musluman û ne Tirk kirin. Bi qirkirina Ermenan re, dest bi qirkirin, paqişkirin û koçberkirina Kurdên Serhedê jî kirin. Pêşî Kurdan digotin: “qey me ji êrîşên Rûs û Ermenan diparêzin!” çimkî bi wê propagandayê wan karesatan anîn serê wana, lê piştî ku bi dewletên emperyal re li hev kirin û di her warî de pişrgirîya wan sitend, dest bi êrîşa ji nuh de dagîr kirina Kurdistanê, qirkirin û koçberkirina xelkê Kurd kirin. Ji bo ku proja xwe bibin serî jî bi rêya leşker û xayinên hevalbendên xwe dest bi provokasyonan kirin.
Wek tê zanîn tevkujî û koçkirin, şewat û wêrankirinên gund û bajarên Kurdistanê yên bûyerên bi navê Koçgîrî, Şêx Seîd, Dêrsim û şerên bi eşîran re tev êrîş û provokasyonên dewleta Kemalîst bûn. Li hember provokasyon, êrîş û polîtîkayên tunekirina rejîma mêtinkar, rewşenbîr û rêvebirên neteweya Kurd rêxistina Xoybûn avakirin û tevgera Agirî li darxistin. Lê bi alîkarîya emperyalîstan, hevkarîya Sovyet û Îranê pêşî tevgera Agirî dorpêç kirin û piştre bi tevkujî û koçberkirinan fetisandin.
Temamê qanûnên ku derxistin, ji bo xurt kirina dewleta mêtinkar ya nîjadperest, Tirk kirina Enedol û Kurdistanê bû. Girtina medresan, guhertina cil û bergan, guhertina alfabê, guhertina hemî navê gund, bajar û erdnîgarîya Kurdistanê, qanûna mecbûr kirina girtina piştnavê tirkî, qanûna sînor û gumrikan, nav perçê Kurdistanê de danîna qereqol û mayinan, qedexeya Kurdî tev ji bo tunekirina ziman, çand û neteweya kurd bû.
Ji bo ku xelkê Kurd bi rêxistin nebin û ji bo rizgarîya xwe û tekoşînek legal nedin, ziman, hebûna rêxistinî û mafxwazîya Kurdan qedexe kirin. Ji bo têkoşîna rizgarîya neteweya Kurd bêqanûnî û wek kiryara eşqîyatî an terorîstî bidin rêdan, civata Kurd, zorgayî îllegalîte û karanîna şîddetê kirin.
Ji bo ku neteweya Kurd bi giştî bibişêve, bidewşirîne û bike tirk, dest bi provokasyon û derbeyên leşkerî kirin. Ji bo ku Kurdên Başûr, Rojhilat an Rojava jî nebe xwedîyê tu mafan, bi wan dewletan re pakt û hevkarî û hevbendîyên herêmî, sîyasî û leşkerî sazkirin.
Qaşo ev 40 sal e PKK li dijî dewleta tirk şer dike. PKK, pêşî ji gelê Kurd re got: “em ji bo serxwebûn û yekîtîya çar peçê Kurdistanê bi rêxistin bûne û tekoşînê didin. Ji bo em bigehên armanca xwe jî divê em feodalîte û rêxistinên Kurd yên dervî xwe jî tasfîye bikin.” Helbet herdû alî jî hat tasfîye kirin. Piştî serokê wê hat girtin, tevlî ku li Tirkîyê tu tiştek nehatibû guhertin jî lê bi daxwaza serokê xwe stratejî guhertin û îja gotin: “tekoşîna me ne ji bo Kurdistanê, lê ji bo demokratîze kirina Turkîyeyê ye.” PKK bi xebat û rêbertiya A. Ocalan ava bû. Ocalan dibê: “me goruba xwe pêşî li Ankerê, di avahîya Îstîxbarata dewleta tirk de ava kir, sê salan bi pere û çekên dewletê me xwe ji grub kir partî!” Generalên Tirk jî di panelên tv`yan de dibên: “em şerekî bi kontrol û pîvan bi PKK re dimeşînin. Leşkerê me di vî şerî de perwerde bûye û bi pêş ketiye!”
PKK, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li her sê beşên Kurdistanê yên din jî bi mêtinkarên wan beşan re ket hevkarîyê û li dijî tevger û patîyên wan beşan neyartî û şer kir. Îro li Bakur hestê netewî daxistîye asta herî kêm. Kes nema dixwaze bi zimanê Kurdî jî bipeyive.
Hêvîya dewletê ji tune kirin û wendabûna Kurdî ewqas zêde bûye, li dij zimanê Kurdî êdî dest bi provokasyonên şîddetê kiriye.
Kurdên diherin li metropolên tirkan, karê avadanîyê an çinînê dikin, çima bi Kurdî dipeyivin yan li sitranek kurdî gohdar dikin, tên lînç kirin. Ew ne bes bû, êdî bi çek û kêran êrîşî wan dikin. Stran û govendan qedexe dikin.
Ev dewlet ji roja ava bûye, lingekî wê yê rêvebirîyê li ser şîddet û karên bê qanûnîyetê dimeşe. Bi rêya kes, grûp, rêxistin, heta partîyên sîvîl yên rastgir û çepgir û hêzên paramîllîter, li dij muxalifên xwe û bi taybetî Kurdan provokasyon, sûîkast, sabotaj, şerê grûban, şerê bi eşîran, îsyan, karê eşqîyatî û hwd dide kirin û êrîşî kurdên welatperwer û civata Kurd ya bê guneh dike qetil dike, mal û gund û bajarên wan hildiweşîne û wêran dike.
Piştî ku bi rêya şerê qaşo bi PKK re, bi hezaran gund şewitandin, bajarên ku ziman û çanda Kurdî lê dimeşîya, şewitandin û hilweşandin, bi mîlyona civata Kurd koçber û serûbin kirin, şerê xwe û PKK bir xist Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê. Dewleta Tirk û Apo, hemî zanîn û tecrûbeyên xwe bi kartîne, ji bo ku rêvebirîya Başûrê Kurdistanê ji holê rake. Heger dewleta tirk, bi qwasî serê derzîyê, Başûrê Kurdistanê tehamul bikira, dê rojekê ji devê rêvebirekî wê navê Kurdistan derketa. Kurdistan, ji bo wan “Kuzey Irak” e, çimkî ew dibên: ”emê wê xera bikin; loma bila kes hînî navê Kurdistan nebe!..”
Êdî li Bakur tahamula vê dewletê ji axaftina bi Kurdî re jî nemaye. Bi rêya telebê mekteba û serserîyê kuça, çima bi Kurdî hevpeyvîn û nûçeya radigehine, di bin çavdêrîya polîsan êrîşî rojnamevanên Kurd dikin. Bi sewk û îdareya polîs, zarok diçin hişyarîyên bi Kurdî yên ser rêyan xeradikin; dûvre vî sûcî bi fermana walîyan fermî dikin. Bi bahaneya PKK, êrîşî awaz, dawet û dîlanên Kurdî dikin.
Ji ber îro dewleta tirk sîyaseta êrîş kirina ziman û çanda Kurd kiriye armanca xwe, endamê parastinê jî di nav de, çima bi telefonê bi Kurdî dipeyive, Kurdekî Başûr bi navê Hekîm Lokman kêr kirin û kuştin. Sebebê kuştina Hekîm Lokman encamê sîyaseta dewleta tirk ya 100 salî ye.
Ev tev encamê sîyaset û helwesta dewletê ya sed salî ye. Bi vê sîyasetê, ev dewlet ji qeyranên aborî, sîyasî û civatî xelas nabe. Ji bo xwe ji van qeyranan rizgar bike, li hundir û dora xwe, her tim dijmin afirandiye/diafirîne. Him êrîşî dewletên dorê dike û him jî êrîşî gelê Kurd dike; mezheb û grubên îdeolojîk diafirîne û bera hev dide. Heta ev dewlet hilweşe, dê vê sîyaseta wê ya qirêj berdewam bike…