Dadgeha 28an a Cezayê Giran a Enqereyê ji ber ku ne li gorî yasayan hatiye amadekirin, îdîanameya ji bo rojnameger Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmazî bi şûn de şandiye.
Zanyariyên nû derketin holê ku bê Dadgeha 28an a Cezayê Giran a Enqereyê ji bo çi îdianameya ji bo rojnameger Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmazê hatiye amadekirin, bi şûn de şandiye.
Dadgehê gotiye ku di navbera kesên hatine desteserkirin de ti peywendiyeke hiqûqî û pratîkî nîne û lêpirsîn ji bo hemû komê hatiye vekirin lê ev rewş wê di pêvajoya peyketinê de gelek zehmetiyan çêbike.
Dadgehê her weha diyar kiriye ku hîn 20 kes hene yên di lêpirsînê de navên wan derbas dibin lê nehatine desteserkirin, îfadeyên wan nehatine wergirtin, ji ber wê jî sûcên îdiakirî ne tekez in û piştî ev kar bên kirin, divê îdianame were amadekirin.
Dadgeha 28an a Cezayê Giran a Enqereyê biryara xwe spartiye Xala 170/3-4 ya Qanûna Muhakemeya Cezayan (CMK).
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsînek dabû destpêkirin û di encamê de li 15 bajaran polîsan bi ser malan de girtibûn. 19 kes hatibûn desteserkirin ku Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû jî di nava wan de bûn. Di 2yê Gulanê de kesên desteserkirî biribûn edliyeyê û dozgeriyê daxwaza girtina 15 kesan kiribû û xwestibû 3 jî bi şertê kontrola edlî serbest bibin.
Dadweriya Aştî û Cezayî ya Nobedar a Enqereyê biryara girtina rojnameger Sedat Yilmaz, Dîcle Muftuoglû û Erol Balci, Abdûrrahîm Tanyelî û Ramazan Debeyî dabû.
Hevjîna Sedat Yilmazî Selma Yilmaz, Cahît Kanbay, Cîhan Guneş, Îsmaîl Adanmış, Cahît Ablay, Mahmût Dogû, Devran Ak, Şemsettîn Toprak, Mehmet Emîn Yildirim, Cevdet Îsmaîlogûllari, Hasan Ozhan, Evîn Ozbek û Sûat Karagoz bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn. Li gorî biryara dadweriyê wê ev kes biçin îmzeyê bidin û nikaribin derkevin ji derveyî Tirkiyeyê.
Bianet