Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku ew pir nêzîkî pêkanîna hikûmeta nû ne.
Biryar bû piştî Cejna Remezanê şandeya danûstandinkar a Partiya Demokrat a Kurdistanê û YNKyê ji bo pêkanîna hikûmetê civînên xwe bidomînin.
Berdevkê YNKyê dibêje, vê hefteyê jî dê civîn neyê lidarxistin.
Sedî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand, "Heta niha ti demjimarek ji bo civîna bê ya YNK û PDKyê nehatiye diyarkirin lê di pêkanîna hikûmeta nû de, em pir nêzîkî hevdû ne.”
Cara dawî di 18-3-2025an de, şandeya danûstandinkar a PDK û YNKyê li Hewlêrê civiyabûn, wê demê wan daxuyaniyeke hevpar belav kiribû ku tê de hatibû ragihandin ku civîna wan "erênî" bûye.
"Vê hefteyê dê civîn neyê kirin"
Berdevkê YNKyê dibêje, "Biryar bû ku rasterast piştî cejnê, civînan berdewam bikira lê bi îhtimaleke mezin vê hefteyê jî civîn nayê lidarxistin û ti demjimêrek jî nehatiye diyarkirin."
Wekî ku Sedî Ehmed Pîre dibêje, "Divê amadekarî bi temamî bê kirin, çimkî di civîna vê carê de, behsa dabeşkirin û çareserkirina postan tê kirin."
16yê Adarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî re civiya.
Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîna a 2024an hat lidarxistin PDKyê bi 39 kursiyan zêdetirîn kursî bi dest xistin.
Piştî wê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 23 kursî û li dû wê jî Nifşê Nû 15 kursî bi dest xistin.
Heta niha bilî civîna Komîteya Teknîkî û şandeya danustandinê ya her du aliyan ji bo avakirina hikûmetê, du caran Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî civiyane.
Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî piştî civîna 16ê Adarê ji rojnamegeran eşkere kiribûn ku civîn "erênî û pir baş" derbas bûye.