Se'dî Pîre: Ew kesên hatine derkirin nikarin beşdarî kongreya YNKê bibin

.

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Se'dî Ehmed Pîre ragihand, divê PDK û YNK ji bo bidestxistina baştirîn destkeftê di projeyasaya petrol û gazê de, bi hev re hewl bidin.

Se'dî Ehmed Pîre derbarê kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de diyar kir, ew kesên hatine derkirin, nikarin beşdarî kongreya bê ya YNKê bibin.

Pîre herwiha got: “PDK û YNK ti bedîleke wan ji bo hev tune ye, loma mehkûm in bi wê yekê ku bi hev re kar bikin û divê ligel hev kar bikin.”

Roja 20ê Tebaxa 2023an di daxuyaniyekê de Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihandibû, civîna xwe li baregeha polîtburoya li Kerkûkê encam dane û tê de encamdana kongreyê hatiye gotûbêjkirin û biryar hatiye dayîn, 27ê Îlona 2023an Kongreya Pêncem a YNKê were sazkirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e