Sedir xwepêşandaneke milyonî li dijî Amerîka birêk dixe

Biryar e sibe xwepêşandaneke milyonî li Bexdayê li ser daxwaza Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li dijî hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê birêve biçe.

Navenda Nûçeyan- Pêştir Parlemana Iraqê û piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudisê ya ser bi Pasdarên Îranê ve Qasim Suleymanî, biryar derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê pesend kiribû.

Biryar e, sibe 23ê vê mehê xwepêşandana milyonî li dijî hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê, li Bexdayê bê kirin.

Berî du rojan Muqteda Sedir di twîttekê de daxwaz ji xelkê kiribû, beşdarî vê xwepêşandanê bibin û nivîsîbû: “Xwe pêşan bidin, welatê me ne cihê bîyanî ye.”

Peyvdarê fermî yê Muqteda Sedir Selah Ubeydî rgihand, sibe xwepêşandana milyonî li çarêya Zanîngeha Bexdayê li navçeya Çadirîye tê kirin, ji bo bandor li ser xwepêşandanên xelkê nebe.

Ji alîyekî din ve, xwepêşanderên Iraqê di daxuyanîyekê xwepêşandana Muqteda Sedir a li dijî hebûna hêzên Amerîkî red kirin.

Xwepêşanderan di daxuyanîyê de gotin: “Daxwaza ji nava xaka Îranê ve li dijî Washingtonê tê kirin, sîyasî ye û nakeve doza Iraqê”.

 

K24

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e