Şehîdkirina Armîtayê nerzayetiya xelkê li pey xwe anî û rejîmê çendîn kes binçav kirin

.

Piştî şehîdbûna “Armîta Girawend”, xelkê bi awayên cuda nerizayetiya xwe nîşan dan û çendîn kes ji aliyê rejîmê vê hatine binçavkirin.

Tevî ku rejîma Îranê li rêûresma bi axêspartina şehîd Armîtayê de goristana “Bihiştê Zehra” ya Tehranê bi tevahî milîtarîze kiribû û li nêzî tirba vê kamêrayên çavdêrî danîbûn û bi gefxwarin ji malbata Armîtayê nehiştin ku ew li ser Armîtayê biaxivin, lê xelkê li vê goristanê de li dijîê rejîmê dirûşm dan û çendîn kes jî ji aliyê hêzên ewlehiye rejîmê ve hatine binçavkirin.

 li Rojhilatê Kurdistanê de jî ku xelkê bi nîşana hevxemiyê wêneyên Armîtayê belav kirine, çendîn kes ji wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ye rejîmê ve hatine binçavkirin.

Li vê derheqê de “Ramîn Welînijad” xelkê bajarê Dêhwolanê nerizayetiya xwe li derheq kuştina Armîta yê ji aliyê rejîmê ve nîşan dabû û bi belavkirina wêneya Armîtayê û nivîsandin postan li tora civakiya “Instagram”ê, ji aliyê rejîmê ve hate binçavkirin.

 Herwisa li vê derheqê de welatiyekî din ê xelkê Avdananê yê bi navê “Hemîd Himmetî” bi sedema nîşandana nerizayetiya xwe li derheq kuştina Armîta yê ji aliyê rejîmê ve, li kelanteriya navendî ya rejîmê li bajarê Avdananê de hate binçavkirin.

Herwisa vê cinayeta hovaneya rejîmê berteknîşandanên xelkê li pey xwe anîye û ciwanên azadîxwaz li bajarên Tehran û Reştê de bi nivîsandina dirûşmên wek “bimre Xanimeyî, kerbên me ji hêza we zêldetir e, Armîta Jînaya Xezelwerê, roj dê carek din biciriske” cinayeta rejîma Îranê şermezar kirin .

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e