Seîd Veroj/ Xebatên Komelayetî û Perwerdeyî di Komara Kurdistanê de

Zanîna me ya li ser van xebat û sazîyên kulturî-weşangerî/çapemenî-perwerdeyî pirr zêde nebe jî, di derbarê van cûre xebat û dezgehan de, bi kurtayî be jî li ber destê me hinek agadarî hene.

Navenda Nûçeyan- Di hengameya îlankirina (ragehandina) Komara Kurdistanê de, di nav demeke kurt de hinek sazîyên civakî û kulturî yên girîng hatin avakirin; ji alîyê weşan, çapemenî û perwerdeyî ve pêngavên girîng hatin avêtin. Ev cûre xebat û çalakîyên rewşenbîrî, di bernameya PDKê de jî weha hatine destnîşankirin: “Ji bo armanca pêşxistina dereceya xwendewarîyê û jîyana şaristanîyetê, dê gelek merkezên zanistî, kitêbxane, cîyên xwendinê, kulûb, tîyatro û meydanên sporan jî bêne avakirin.”[1] Zanîna me ya li ser van xebat û sazîyên kulturî-weşangerî/çapemenî-perwerdeyî pirr zêde nebe jî, di derbarê van cûre xebat û dezgehan de, bi kurtayî be jî li ber destê me hinek agadarî hene.

Çapxaneya Kurdistan

Di meha Çirîya Paşîn (November) a sala 1945an de li Mehabadê çapxaneyek bi navê “Çapxaneya Kurdistan” hate damezirandin. Li ser pirsa nivîskar û berpirsên rojnameyên Îranî yên bi navê Ferman, Îranê Ma û Rehber ku ji Pêşewa dipirsin û dibêjin “We ev kaxiz û çapxane ji ku anîne?” Ew dibêje: “Me çapxane û kaxiz li Tewrîzê kirrîne û hun jî dikarin ew cîyê ku me jê kirrîye agadar bin.”[2] Di vê çapxaneyê de rojname, kovar, pirtûk û belgenameyên komarê dihatin çapkirin. Kovar û rojnameyên bi navê Kurdistan, Hawarî Niştiman, Zanist[3]Gelawêj, Helale (navê gulek e)[4]Awatî (daxwaz), û Gir û Galî Mindalan di pêvajoya damezirandina komarê de hatine çapkirin û belavkirin. Pirtûkên helbestvan Hêmin û Hejar Mûkrîyanî jî di vê çapxaneyê de hatin çapkirin. Digel vana belgenameyên PDK, Komara Kurdistan û pirtûkên dersdanê jî bi zimanê kurdî di vê dezgehê de hatine çapkirin.

Rojnameya Kurdistan

Yekemîn hejmara rojnameya Kurdistanê, li gor teqwîma rojê di 20/10/1325 (1946)an de û li gor ya mîladî jî di 11/01/1946an de hatîye çapkirin û di bin navê rojnameyê de hatîye nivîsandin ku ev rojname “Belawkirewey Bîrî Hizrî Dîmokratî Kurdistan” e. Li alîyê rastê jî hatîye nivîsandin ku “Kurdistan le layen heyetî tehrîrîye derdeçî.” Û her du rojan carekî tête weşandin. Gerîndeyê giştî û sernivîskarê rojnameyê Seyid Mihemed Hemîdî bû. Di hejmara yekemîn a Kurdistanê de, ji alîyê Seyid Mihemed Hemîdî ve bi sernivîsa “Amancî Ême”, meqeleyek pêşekîyê hatîye belavkirin û di vê nivîsê de amanca derçûna rojnameyê weha hatîye ragehandin:

“Di vê katê (demê) de xaka Kurdistanê ji hemû wextekî zêdetir pêwistî fedekarîyên gewre ye. Li vê demê ku hemû neteweyên heyî ji bo ragirtin, vedestanîna serbestî û azadîya xwe, ji bo bidestxistina wesîleyên pêşkevtina hevniştimanên xwe diteqilînin.

Di vê wextê da ku hemû neteweyên dinyayê ji xeyrî serbestî û gewrebûna welat amancekî wan nîye, bi şev û roj ji bo geyîştina vê amancê hewl didin. Em xerîkî çi ne û amanca me çi ye?

Lawan û gencanî Kurdistan li komelekê kombûn, destê birayetî û yekîtîyê dan destê yekûdin, bi xebata wan ta ku Hîzbî Demokratî Kurdistan bi wicud hîna û her ber helest û xanîyek me çêbû li nav Kurdistanê da ku me hemû li nav xwe hilgirt. Hizbî Dîmokrat di maweyek (demek) kin de tiwanî leqê xwe li tewawî şarekanî Kurdistana Îranê bikatewe.

Hevniştimanên me bi çavêk temaşe dikin û em hemû ji bo miletê kar dikin û bi zimanê şîrîn ê kurdî dixwînin. Exlaqê me yê xerab guherîye bi exlaqê çak (baş).

Di dilê me de xwedîyê çapxane û neşrîyat bûyin tunebû; ev e me bi yarmetîya Xwedê Kurdistan danî û jimara pêşî belav kir. Ev nameya ku ji layê Hîzba Dîmokrata Kurdistanê ve belav dibe, divê bibe qeleyekî asinî ji bo pêkanîna yekîtî û birayetî….”[5]

Bi giştî û kurtayî behsa naveroka rojnameya Kurdistanê bête kirin: Ev rojname li ser hev 92 hejmar hatine çapkirin, di nava rûpel û hejmarên rojnameya Kurdistanê de bi giştî; li ser dîrokê ku bi rêzenivîsa “Kurd ji destpêka dîrokê ta sala 1920an-30” û di bareyê Şoreşa Agirîyê de rêzenivîsa bi navê “Bi serhatî Ararat-25” bi tercûmeya Seyid Mihemed Hemîdî hatine belavkirin, li ser şexsîyetên namdar ên Kurd, bi taybetî jî nivîsên li ser zimanê kurdî û rastnivisîna wî, li ser cografya Kurdistanê, tercûmeyên nivîsên ji zimanên bîyanî, li ser rewşa sîyasîya kurdan û parçebûna Kurdistanê, girîngî û pêdivîya serxwebûna Kurdistanê hatîye rawestandin. Nûçe û dengûbasê hundir û derve, agadarî, biryar, guherînên qanûnî û dengûbasê Radyoya Kurdistanê jî di rojnameyê de hatine belavkirin.

Di rûpela pêşî ya rojnameyê de, sê sernivîs hatine lêkirin: “Amancî ême”, “Giftûgoyî Cenabî Qazî Mihemed” û “Be boneyî şêst û şeşemîn salî le dayikbûnî generalî semus Stalîn”.[6] Di rûpela dido ya vê hejmarê de jî bi sernivîsa “Hilkirdinî alayî miqedesî Kurdistan le şarî Bokan.” nivîsek dirêj hatîye belvkirin. Di hejmara 3an de, li rûpelê yekê sernivîsek bi navê “Le ber çi Kurd qîyamî kird?” û di heman rûpelê de sernivîsek din jî bi navê “Silav le te ey Kurdistana mezin” hatîye nivîsandin.

Di hejmara sisê û ji wê şûn ve, di bin sernivîsa “Kurdên be nawûbang[7] û “Zanayanî kurd”[8] de, li ser gelek kurdên rewşenbîr û navdar hatîye nivîsandin. Mînak: Mela Elî Qizilcî (h.3), Mela Camî, İbn Elhacib (h. 6), Siltan Sehaq (h. 7), Elî Termûkî (h. 8).

Baba Tahir (h. 9), Mele Ebdulahê Pîrebab (h. 11), Şêx Marûfê Nodî (h. 12), Şêx Baba Seîd (h.15), Mela Husên İbn Osman (h. 16), Mela Hedrî Nalî (h. 17), Mewlana Xalidê Kurdî Şarezurî (h. 21). Di nav rûpelên rojnameyê de, ji edebîyata bîyanî jî werger hatine kirin. Mînak; çîroka “Kelawsûr”, ji alîyê Mihemed Mecidî ve ji zimanê fransizî hatîye wergerandin.

Di hejmara 8an de, lîste û rêjeya alîkarîya xelkê ji bo dezgehên Komara Kurdistanê hatîye belavkirin. Di hejmara 10an de, raportên li ser cejnên ragehandina Komarê di jêr navê, “Cejna Serbixweyî û Îstiqlala Kurdistanê” û naveroka peyam û axivtinên kesayetîyên Kurdistanê hatine belavkirin. Ev babete li jêr sernivîsa; “Istêra Xoşbextîya Kurdan Çirisî” hatîye nivîsîn. Di hejmara 14ê de, “Sirûda Millî ya Kurdistan” hatîye belavkirin ku nivîskarê wê “Hejar” e. Rojnameya Kurdistanê, ji ber ku hem organa PDKê bû û hem jî organa nîvfermî ya Komarê bû, di nav rûpelên wê de gelek nivîsên cûr bi cûr ên derbarê jîyana civakî, rêvebirî, sîyasî û bajarvanî hatine belavkirin. Di hejmara 22 yê rojnameyê de, meqeleyek ji alîyê Seyid Mihemed Hemîdî ve bi sernavê “Şarewanî[9] hatîye belvkirin. Hejmara 25an, bi sernivîsa “Hezretî Qazî Mihemed Pêşewayî Kurdistan” hatîye çapkirin û herweha rêzenivîsa “Cejnî Serbixweyî û Nasandinî Pêşewayî Kurdistan”, hatîye domandin. Hejmara 27an, hefteyek piştî hejmara pêşîya wê hatîye çapkirin. Ev hejmar, bi meqeleya Haşim Xelîlzade ya bi sernivîsa “Cejnî Newroz li Mehabad[10] hatîye çapkirin. Di hejmara 29an ku roja 30ê Adara 1946an hatîye belavkirin de, meqeleyek bi navê “Ey dinya bizane ku Kurd serxwebûnê dixwazin” hatîye belavkirin. Di hejmara 30an de, şair Hêmin, bi sernivîsa “Dayikî Niştiman û Hêmin[11] nivîsandîye. Di rûpela yekê ya hejmara 31an de, ji alîyê Haşîm Xelîlzade ve bi sernivîsa “Kurd û radyoyî Turkîya”[12] de, bersiva rojnamevanê Tirk Falih Rıfkı Atay hatîye dayin ku wî li ser hatina Barzanî ji bo Azerbaycanê û damezirandina dewleta Kurd nivisandibû. Di hejmara 38an de, bi sernivîsa  “Serhatîyên Araratê”, rêzenivîsek li ser Tevgera Neteweyî ya Agirîyê hatîye belavkirin. Di hejmara 55an de, meqeleyek dirêj hatîye belavkirin bi sernivîsa “Heft sed sale Kurd bo serbixweyî gîyanbazî deka.” Di rûpela pêşî ya hejmara 85an de, meqeleyek balkêş a ku rewşa demokrasîya Kurdistanê bide zanîn, bi sernivîsa “Demokrasî çi ye? Demokrasî li Kurdistana azad da çawa ye?” hatîye belavkirin. Di hejmara 92an de li ser Qedrî Cemîl Paşa nivîsek bi sernivîsa “Qedrî Beg Cemîl Paşa: Peyawekî niştimanperwerî Kurd” hatîye nivîsandin…

Hawarî Niştiman

Li bergê pêşî û jorê navê Hawarî Niştiman hatîye nivîsandin ku “Organî Yekîtî Ciwananî Dîmokratî Kurdistan” e. Li jêrê navê Hawarî Niştiman hatîye nivîsandin ku “Le layen heyetî nûseran we derdekewî.”[13] Li alîyê çep ê navê rojnameyê jî bi tîpên gewre ev nivîs hatîye lêkirin: “Milletî kurd îmanî beramberî pêşewayî xoy heye, boye çekî helgirtuwe û daynanî heta heqî xoy nestînî!”[14] Cîyê çapkirin û midur mesûlê rojnameyê weha hatîye dîyarkirin: “Adres: Mehabad; Rojnameyî Hawrî Niştiman, Çapxaneyî Kurdistan. Midurê mesûl: Sidîq Encîrî Azer.”[15] Ev rojname du rûpel e, li ser hev pênc hejmar hatine çapkirin. Di rûpela pêşî ya hejmara yekemîn de du nivîsên bi navê “Axayî Qewam Elsiltane” û “Şehametî Eşaîrî Welatî Kurdewarî” hatine weşandin. Hejmara dido ya rojnameyê; di 19ê Meya 1946an de hatîye çapkirin. Hejmara sisê ya rojnameyê, di 30yê Gulana 1946an de çap bûye. Hejmara çaran a rojnameyê; 17yê Cewzerdana 1325an de hatîye çapkirin û li ser bergê pêşî yê rojnameyê, bi puntoyên mezin li ser mirina Kalînîn weha hatîye gotin:

“Tewawî azadîxwazanî kurd mergî refîq Kalînîn be karkeran, zehmetkêşan, rênçberanî dinyayê, mexsûsa be malî rişîdî Rusyeyî sosyalîstî temilîn delîn…” û herweha meqeleyek bi navê “Kalînîn Mird…!!” hatîye nivîsandin. Hejmara pêncan jî, di roja 2yê Pûşbera 1325an de hatîye çapkirin.

Zanist

Midurê mesûl û xwedîyê îmtîyaz ê kovarê Dilşad Resulî bû. Di daxuyanîya li ser rûpela pêşî de dibêje: “Kovara Zanist, ji mangê carekî tête çapkirin. Em ji nûserên berêz ên Kurdistanê tika dikin ku meqaleyên edebî, zanistî û komelayetî ji bo me rêkin.”[16] Em nizanin ev kovar li ser hev çend hejmar hatine çapkirin.

Heyetî Ferhengî Kurdistan

Li gor nivîsandina hejmara yekê ya rojnameya Kurdistanê, Heyeta Ferhengî Kurdistan di roja 12/10/1946an de kombûnek pêk anîye, di vê kombûnê de ji bo dibistanên wek Gelawêj, amadekirina kitêban, piştgirîkirina zarokên bêkes û xwendina wan hinek biryar hatine girtin:

“1- Hazirî bête kirin ku şevane li dibistanan bi zimanê kurdî xwendin dest pê bike, 2- Hatîye pesendkirin ku nivisîna navê hemû îdare, mekteb û ticaretxaneyan biguhere, bi kurdî bête nivîsandin. 3- Hatîye pesendkirin, ew mindalên ku di van dibistanan de bixwînin divê temenê wan şeş ta çardeh salî be. 4- Ji bo destnîşankirina lîbasên mindalan, biryara pêkanîna kombûnek din tête pesendkirin.”[17]

Perwerdeyî û damezirandin dibistanan

Di roja ragehandina komarê de kurdî, wek zimanê fermî yê Komarê hatîye qebûlkirin. Ji xwe di benda sêzdeh a bernameya PDKê de jî hatîye destnîşankirin ku “Ji bo armanca pêşvebirina ilm û şaristanîyetê di nav xelkê Kurdistanê de, dê xwendina destpêkî û navînî bibe mecbûrî û di temamê dibistanan de hewceye xwendin bi zimanê kurdî be.[18] Mîne Xanima hevsera Pêşewa dibêje: “Qazî Mihemed pir qîmet dida xwendin û perwerdeyî. Piştî îlankirina komarê di demekî kurt de ji bo perwerdeyîya bi zimanê kurdî, bi serkêşîya Qazî Mihemed kampanya (helmet) hatin destpêkirin, pirtûk û kovarên kurdî hatin çapkirin, bi hinek çalakîyên civakî pere hatin berhevkirin, Sînemaya Kurdistan[19] hatîye damezirandin ku bi qezenca wê zarokên feqîr didan xwendinê. Ji bo pêşxistina perwerdeyî du-sê caran mitîng hatin sazkirin.”[20] Ji bo pêşxistina zimanê kurdî, hewldanên pakkirin û standardkirina zimanê kurdî hatine destpêkirin û di vî warî de biryarên girîng hatine girtin. Mînak; li hemberê peyvên leşkerî yên erbî û farisî, biryara bikaranîna peyvên resen ên kurdî hatîye girtin û ev biryar di rojnameyê de hatîye belavkirin.[21]

Di hinek cîyan de dibistanên keçane, lawane û ji bo pêşxistina xwendinê dibistanên şevane jî hatin duristkirin. “Di bajarên Şino, Bokan û Mehabadê de dibistanên nû hatin çêkirin. Wê demê meleyên mizgeftan jî di niwêjên înê de, di xutbeyên xwe de nutqên li ser pêdivî û girîngîya zimanê kurdî dane.”[22] Herweha “Li bajarê Şino danîna medreseya keçan”[23] û li Mehabadê “Damezirandina Kitêbxaneya Mîllî[24] jî, pêngavek pirr girîng bû.[25] Di rojnameya Kurdistanê de, behsa avakirina “Medreseya Gelawêj” û “Medreseya Kurdistan” hatîye kirin ku li wê derê zarok bi şev û roj dersên kurdî dixwînin. Berdewamî di rûpelên rojnameya Kurdistanê de li ser girîngî û pêdivîya xwendina bi zimanê kurdî hatîye rawestandin, nivîs hatine belavkirin û bangewazî hatine kirin. Li ser vê babetê, di hejmara 60an de jî meqeleyek dirêj bi sernivîsa “Millet û xwendin” hatîye çapkirin. Li gor agadarîya Q. Cemîl Paşa: Wê demê li Mehabadê nêzîkê hezar xwendekarên dibistanan hebûn û di bin alaya rengîn a Kurdistanê de bi zimanê kurdî perwerde dibûn.[26]

Yekîtîya Jinên Kurd

Di vê demê de rêxistinên civakî yên ku hatine damezirandin, yek ji wan û belkî jî ya herî girîng “Yekîtîya Jinên Kurd” e. Hevsera Qazî mihemed Mîne Xanim, Seroka Yekîtîya Jinên Kurd bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan; hînkirina xwendin û nivîsandinê, tevlîbûna jîyana sîyasî û civakî, perwerdeyîya zarokan û wd. rêxistina jinan hate damezirandin di çarçoveya benda 21. a destûrtnameya PDKê de ku dibêje; “Jin jî wek mêran di hemû warên sîyasî, civakî û şaristanî de xwedî maf in.[27] Mîne Xanima hevjîna Qazî Mihemed dibêje: “Qazî Mihemed dixwest hemû jin beşdarî çalakîyên civakî û sîyasî bibin. Jinên kurd jî bi serfkirina ked û berhemên keda xwe û bi bexşkirina zêrên xwe piştgirîyê didan komarê.”[28] Di dema hikûmeta Komara Kurdistanê de, adetên wekî sitandina qelenê, mehrkirina keçên zarok û berdêla jinan hatîye qedexekirin.

Ji bo jinan dibistanên rojane û şevane hatin vekirin. Di van dibistanan de xwendin û nivîsandin fêrê jinan û keçan dikirin. Di her herêmê de bi jinan re kombûn çêdibûn, di van kombûnan de pirsgirêkên jinan dihatin guhdarkirin û paşê ji teşkîlatên partîyê re dihatin pêşkêşkirin ji bo çareserîyê.

Li vê derê bîrxistinek ji hevdîtina Mîne Xanim û Qazî Mihemed, helwest û nêrîna wî ya li ser vê babetê hîn bi zelalî dîyar dike: “Ez rojekî digel Mam Ebdulla li ber Hemamê li benda hatina Qazî bûm ku cilên paqiş bidime wî. Dema hatinê çawa ku min ew dît ez giryam. Ew zivirî ji min re got: Tu ji ber çi digirî… Divê jinên kurdan negirîn. Ez baş dizanim ku wê min darve bikin, divê tu jî vana bizanî… ji ber vê yekê girîna te, ne li gorî xweragirtina jina kurd e.”[29]

Yekîtîya Ciwananî Demoqratî Kurdistan

Rêvebirên Komara Kurdistanê û PDKê pirr girîngî dane rêxistinkirina ciwan û lawanê Kurdistanê. Ji bo vê armancê, rêxistina lawan hatîye damezirandin û bi navê Ciwan jî kovarek hatîye weşandin. Mînak; di hejmara 67an a Kurdistanê de meqaleyek Mihemed Mehmûd bi sernivîsa “Cewanan û Wacibyatî Niştimanperwerî” hatîye belavkirin. Di hejmara 76an de bi minasebeta damezirandina Yekîtîya Ciwananî Demoqratî Kurdistan, belavokek dirêj bi sernivîsa “Ey Ciwanan!” hatîye çapkirin.[30]

Radyoya Kurdistan

Di dema Komara Kurdistanê de amûrekî din ê weşan û çapemenîyê jî radyoya Kurdistan bû. Weşana radyoyê, di 10ê Banemerî 1325 (1946)an de dest pê kirîye. Cîhazên vê radyoyê ji Sovyetê hatibûn kirrîn. Damezirandina radyoyê di hejmara 43yê rojnameya Kurdistanê de, bi sernivîsa “Kurdistan qisan dika” hatîye belavkirin û di nivîsê de dibêje: “Roja sêşema 10ê Banemerî 1325an Îstasyona radyoya Mehabada paytexta Hikûmeta Mîllî ya Kurdistanê digel 5 destkabayne da ku ji vana; 1- di hewşa xanîyê Partîya Demokrat, 2- pêşmergexane, 3- rûbirûyê şarewanî, 4- li rûbirûyê xanîyê hezretî Pêşewa, 5- rûbirîyê mizgefta Ebas Axa hatine danîn.”[31] Bi rêya weşana vê radyoyê dengê Komara Kurdistan digihîşt millet û welatên dinyayê.

Tîyatroya Dayika Niştiman

Dîyika Niştiman, di sala 1945an de ji alîyê komeleya Je-Kafê ve hatibû pêkanîn. Xebatên vê komê, di dema ragehandina Komarê de jî berdewam dikin. Ev tîyatroya hanê, di hemû navçeyên azadkirîyên Kurdistanê de, ji bal komên xelkê ve bi germî pêşwazî lê hate kirin.[32]

(Axaftina mim a di Panela îro ya salvegera 74an a Komara Kurdistan de)

[1] Kerîm Husamî, Komara Demokratîk a Kurdstanê (Mahabad), r. 74, Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1986

[2] Kurdistan, h.:1, r. 4, Mehabad,11ê Janîve 1946 (11/01/1946)

[3] Kurdistan, h.: 61, r. 2, 13yê Jevîn 1946

[4] Kurdistan, h.: 48, r. 3, 18 Gulana 1946

[5] Kurdistan, h.:1, r. 1, Mehabad, 11ê Janîve 1946 (11/01/ 1946)

[6] Kurdistan, h.:1, Mehabad,11ê Janîve 1946 (11/01/ 1946)

[7] Kurdistan, h.:3, r. 2, 15yê Janîve (Çirîya Paşîn) 1946

[8] Kurdistan, h.: 5, r. 2, 20ê Janîve (Çirîya Paşîn) 1946

[9] Kurdistan, h.: 22, 4ê Marsî 1946

[10] Kurdistan, h.: 27, r. 1, 25ê Marsî 1946

[11] Kurdistan, h.: 30, r. 2, 1 Avrêla 1946an

[12] Kurdistan, Kurd û radyoyî Turkîya, h.: 31, r. 1, 3yê Avrêl 1946 

[13] Hawarî Niştiman, h.: 1, 9ê Meya 1946

[14] Hawarî Niştiman, h.: 1, 9ê Meya 1946

[15] Hawarî Niştiman, h.: 2, r. 2, 19ê Meya 1946

[16] Kurdistan, h.: 61, 22yê Jevîn 1946

[17] Kurdistan, h.: 1, r. 2-4, 11ê Janîve 1946 (11/01/1946)

[18]  Kerîm Husamî, Komara Demokratîk a Kurdstanê (Mahabad), r. 74, Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1986

[19] Kurdistan, h.: 12, r. 3, 9ê Fevrîye 1946

[20] Mîne Xanim, Kurdistan Press, h.: 10, 10 Berfbarîna Paşî,1987

[21] KurdistanMawey wuşeyî pêşmergeyî ke gurandirawe, h.: 23, r. 4, 6ê Marsî 1946

[22] Borhaneddin A. Yasin, Tasavvur mu Gerçek mi? Mahabad Kürt Cumhurîyeti Büyük Güçlerin Politikasında Kürtler (1941-1947), Avesta Yayınları, İstanbul, 2014, r.180

[23] Kurdistan, h.: 24, r. 4, 13ê Adara 1946

[24] Kurdistan, h.: 25, r. 4, 17ê Adara 1946

[25] Kurdistan, h.: 25, Mehabad, 17yê Adara 1946

[26] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Özge Yayınları, 1991, r. 173

[27] Mîrza Menaf Kerîm, Bîranînên Min, Weşanên Jîna Nû, 1987

[28] Mîne Xanim, hevpeyvîna bi Kurdistan Press re, no: 10, 1987

[29] Mîne Xanim, hevpeyvîna bi Kurdistan Press re, no: 10, 1987

[30] Abdulqadir Ahmed, Ey Ciwanan!, Kurdistan, h.: 76, 22yê Gelawêj 1325

[31] Kurdistan, h.: 43, r. 1, Mehabad, 3yê Meya 1946

[32] Kerîm Husamî, Komara Demokratîk a Kurdstanê (Mahabad), r. 61, Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1986

 

Kovara Bîr

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!